Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sefîrê Tirk Mesut Ozçelik: ‘Em û PDK li Şengalê bi hev re tevdigerin’

 

TEVNA QIRÊJ A LI SER ŞENGALÊ
SEFÎRÊ TIRK MESUT OZÇELÎK: EM Û PDK LI ŞENGALÊ BI HEV RE TEVDIGERIN

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 26’ê cotmehê li Hewlêrê beşdarî foruma Înstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn MERI’yê bû.

Forum li bin navê “Ji bo herêmeke bi îstîkrar Iraqeke bi îstîkrar” hat lidarxistin.

Lê peyamên Nêçîrvan Barzanî bi xwe îstiqrara herêmê dixin talûkê.

Di ser hilbijartinên parlemena Iraqê re du heftî derbas bûne.

Hêj li holê hikûmeteke hatî avakirin tine ye.

Bazarên li ser koalîsyonan, hevdîtinên ji bo postê serokwezîrtî û serok-komariyê didomin.

Di atmosfereke wisa de peyamên Nêçîrvan Barzanî îşaret bi van bazaran jî dikin.

Barzanî di axaftina xwe de PKK’a ku li dijî dagirkeriya Tirk Başûrê Kurdistanê û Iraqê diparêze hedef girt.

Li ser pirseke der barê Şengalê de jî Neçîrwan Berzanî xwest peymana 9’ê Cotmehê were bicihanîn.

Ev peymana navborî her çend di navbera PDK û Bexdayê de hatibe girêdan jî bi belgeyan derket holê ku bi navtêdana Amerîkayê û bi zextên dewleta Tirk hatiye îmzekirin.

Nêçîrvan Barzanî îdia kir PKK li nav sînorê Iraqê dibe sedema aloziyan û daxwaza xelkê Şengalê ji bo xwerêvebirinê paşguh kir û got:

Sedema sereke ya cîbicîknekirina peymana asayîkirina rewşa Şingalê jî PKK ye.

Barzanî bi vî awayî bang li Iraqê kir ku midaxaleyê PKK’ê bike.

Peymana me heye û çima ev nayê cîbicîkirin.

Dema Barzanî di forumê de diaxivî, sefîrê tirk ê berê yê Bexdayê Mesut Ozçelîk jî bersiv didan pirsên rojnamevan Ruşen Çakir.

Mesût Ozçelîk eşkere kir ku li dijî PKK’ê dewleta tirk û PDK bi heman stratejiyê hereket dikin û got:

Duh kesên ku em rexne dikirin îro dibînin ku em bi PDK’ê re li Şengalê bi hev re herekatê dikin.

Ji axaftinên dîplomatê tirk jî kişf dibe ku di êrişên li ser Şengalê de dewleta Tirk bi PDK’ê re bi koordînasyon dikin.

Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniyên xwe ve li gel dagirkeriya Tirk dixwaze Iraqê jî bi PKK’ê re bide şerkirin.

Demeke ku welatên ereb li dijî pîlanên dagirkeriya tirk a neo-osmanî radibin, Barzanî ji bo bicihanîna xeyala emperyal rejîma Tirk, qasidiyê dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv