BIRYARA AMERÎKAYÊ YA DER BARÊ 3 PÊŞENGÊN KURD DE
SEFERATXEYA AMERÎKÎ YA ENQERÊ DOH BI TWITTEKÊ MIJAR KIR ROJEV
Rêveberiya nû ya Amerîkayê li aliyekî behsa vekişîna ji Afganistanê dike, ji aliyekî ve der barê Hussiyan de peyamên erênî dide.
Lê heman rêveberî li hemberî PKK’ê siyaset û polîtîkaya xwe ya dijminane dewam dike.
Li gel ku raya giştî ya cîhanî daxwaz dike ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin jî Amerîka bi israr vê dijminatiyê didomîne.
Seferatxenaya Amerîka ya Enqerê doh li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand.
Di peyamê de biryara der barê 3 şoreşgerên pêşeng yên PKK’ê Murat Karayilan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan de bi bîr xist.
Li demeke ku dewleta Tirk li hemberî tevgera azadiya Kurdistanê tengav, weşandina vê peyamê bal kişand.
Pisporan ev biryar weke piştgirtiya vekirî ya rêveberiya Biden ji bo rejîma Erdogan nirxand.
Heman hêz li dijî Rêber Apo jî Pergala Îşkenceyê ya Îmraliyê bi dijwarî didomînin.
Ev helwest û polîtîkaya dijminane ji aliyê kurdan ve di her qadî de tê şermezarkirin.