Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sedî Ehmed Pîre: Mijara firotina axa Başûr divê were lêkolînkirin

 

ÊRIŞKARIYA DEWLETA TIRK
SEDÎ EHMED PÎRE: MIJARA FIROTINA AXA BAŞÛR DIVÊ WERE LÊKOLÎNKIRIN

Siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrişkariya dewleta tirk dan.

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Sedî Ehmed Pîre têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk û talana xwezaya Kurdistanê ji Rojnewsê re axivî.

Sedî Ehmed Pîre di axaftina xwe de bal kişand li ser firotina xaka Herêma Kurdistanê û got:

“Konsolê Tirkiyeyê bi xwe dibêje ew herêmên ku Tirkiye lê baregeh avakirine kirîne.

Kê ji kê û çawa kiriye? Divê li ser vê mijarê baş lekolîn were kirin.

Divê parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser firotina van herêman bisekine û bizanibe kê ev dever firotine.”

Sedî Ehmed Pîre bal kişand ser êrişkariya dewleta tirk û wiha got:

“Balafirên bêmirov ev çend carin bombeyan li wargeha Mexmûr dibarînin. Kesên li vê wargehê dimînin hemû sivîl in.

Pîre li ser sewqiyata PDK’ê ya ber bi herêma gerîla jî wiha axifî:

“Bûyerên li herêmê diqewimin xerab in û pêwîste hemû alî hişyar bin, ev şer ne şerê Kurd bi Kurd e.”

Sedî Ehmed Pîre di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser çareseriya aştiyane û got;

“Aştî bi şer nayê. Lewma yên hilbijarteka aştiyê red dikin sedema van pirsgirêk û aloziyan e.”

ÊRIŞKARIYA DEWLETA TIRK
KAWA MIHEMED: YÊN ŞER DERDIXIN HEVKARÊN DEWLETA TIRK IN

Li ser mijarê Parlementerê Iraqê Kawa Mihemed jî bal kişand ser dagirkeriya dewlata Tirk.

Kawa Mihemed da zanîn dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Kurdistanê ji berê zêdetir bûye.

Kawa Mihemed li ser bêdengiya aliyên siyasî jî axifî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv