Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sedat Peker: ‘Soylu çekên qaçax li alîgirên xwe belav kirin’

 

KARÊN ÇETETIYÊ YÊN WEZIRÊ AKP’YÎ SULEYMAN SOYLÛ
SEDAT PEKER: ‘SOYLU ÇEKÊN QAÇAX LI ALÎGIRÊN XWE BELAV KIRIN’

Xebatên çetewarî û mafya yê Suleyman Soylu bi Video û twîtên Sedat Peker dîsa ketin rojevê.

Suleyman Soylu hê di dema hukumeta DYPê ya Tansu Çiller de, bi faaliyetên xwe yên di kuştinên failê wan ne diyar de û bi her cure xebatên illegal yên li dijî kurdan, dihat zanîn.

Hukumeta AKP di şerê li hemberî kurdan de ew kişand nava xwe û bi alikariya MHP jî niha bi hev re weke hukumteke koalisyonê kar dikin.

Suleyman Soylû niha weke wezirê karê hundur ji girtina siyasetmedarên kurdan bigire heta şerê çekdarî yê li hemberî gerilla di her qada jiyanê de şerê taybet ê qirêj dimeşîne.

Ji Serokên mafya tirk Sedat Peker ku niha li derveyê Tirkiyê dijî, doh bi rêya twiterê hin xebatên çetewarî yên Soylu eşkere kirin.

Peker got, Suleyman Soylu karên gendelî û diziyê bi rêya şîrketa Özyurt pêk tîne û bi vî awayî çavkaniya aborî ya karên xwe yên qirêj bi rêya vê şîrketê peyda dike.

Peker iddia kir ku Soylu ji bo di pêşerojê de bibe serokkomar, çeteyên çekdar amade kirine û çekên qaçax li wan belav kirine.

Weke îspat jî, navê cîh û kesên ku di vî karê de cih girtine yek bi yek eşkere dike û dide zanin ev çek di dema hewldana darbeyê ya sala 2016’an de bi wesayitên ciwanên AKPyî derbasî hin herêman kirine.

Li welatekî normal dema ev xebata çetewarî were îddiakirin, ew serokwezîr û kesên navên wan hatine eşkere kirin yan îstifa dikin yan jî bi lezgînî tên darizandin.

Lê li Tirkiyê ji ber ku hukumeta AKP û serokê wê Erdogan jî heta qirikê di nava sûç û karên derveyê qanûnî de ne, nikarin zexta istifayê bidin ser Soylu.

Berovajî ew weke şirîgên hev yên sûç û ji gendeliyê bigire heta şerê qirêj yên li hemberî kurdan bi hev re kar dikin.

Li Rojava û Suriyê, li dijî kurdan bikaranina çeteyên komên tundrew, nimûneyeke berbiçav a van karên qirêj e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv