Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Saziyên kurdistanî rojbûna Rêber Apo pîrozkirin 03.04.2021

 

SAZIYÊN KURDISTANÎ ROJBÛNA RÊBER APO PÎROZ KIRIN
‘JI BO ÇARESERIYA KRÎZ Û KAOSA LI ROJHILATA NAVÎN YEKANE RÊ AZADIYA RÊBER APO YE’

Kongra Gel 4’ê nîsanê, rojbûna Rêber Apo weke rojbûna Kurdê azad û jina azad pênase kir.

Qismek daxuyaniya KONGRA GEL wiha ye:

“Meşa Rêber Apo ya azadiyê li herçar aliyên Kurdistanê, gel bi hêza “Kurdê azad” rakir ser piya.

Jin birêxistin kir û ew kir pêşengên şoreşa civaka demokratik.

Ji bo têkbirina faşîzma li Tirkiyê û hilweşandina pergala dagirkeriya 100 salan, pêwîstiya herkesî bi Rêber Apo heye.

Ji bo çareseriya krîz û kaosê yekane rê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê jî daxuyaniyek hat weşandin û 4’ê Nisanê li gelê Kurd hat pîroz kirin.

Daxuyaniya girtiyan wiha ye:

“Tekoşîna me ya ku îro ji bo jin û gelên cihanê bûye ronahî, çavkaniya xwe ji Rêber Apo digire.

Em rojbûna wî pîroz dikin û azadiya wî dikin armanca xwe ya yekem”

SAZIYÊN KURDISTANÎ ROJBÛNA RÊBER APO PÎROZ KIRIN
‘EM BANG LI RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN DIKIN JI BO AZADIYA WÎ BIKEVIN NAVA TEVGERÊ’

Tevgera TEV-DEM’ê jî bi vangotinan 72 saliya Rêber Apo pîroz kir.

“Rêber Apo îspat kir ku ew mifteya çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navin e.

Ew mîmarê felsefeya mirovê azad e.

Bi vê wesîlê em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo azadiya wî bikevin nava tevgerê.”

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)jî rojbûna rêber Apo wek roja vejîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav kir û got:

“Daxwaza Rêber Abdullah Ocalan ew e ku di rojbûna wî de şitlên daran daynin û xwezayê dewlementir bikin.

Paradîgmaya wî ji mirovên azadîxwaz re bû dibistan.

Em 4’ê Nîsanê li tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin.”

Rêxistina TJK-Ewropa jî li ser mijarê ev daxuyanî da:

“Em rojbûna Rêber Apo weke ji nû ve sazbûna edaletê, weke rojbûna jinê û civaka azadîxwaz dibînin.

Em weke jin dizanin ku azadiya fizikî ya rêber Apo berpirsiyariya me ye, divê em vê berpirsiyariya xwe bicîh bînin.

Em vê rojê li hemû dayikên berxwedêr pîroz dikin.”

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê jî bi wesîleya 4’ê Nîsanê daxuyaniyek da.

KODAR’ê Di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Divê tevahiya gelên me yên Rojhilatê Kurdistanê, beşdarî pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ bibin û erkên xwe yên netewî û mirovî bi cih bînin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv