“LI AMEDÊ NAVÊ BAHÇELÎ HEQARET E”
SAZIYÊN CIVAKÎ YÊN AMEDÊ LI SER PIRA DEHDERÎ DAXUYANÎ DAN
Saziyên Civakî yên li Amedê li ser Pira Dehderî ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.
Saziyan destnîşan kir ku wê ti carî destûrê nedin qeyûm navê neyarekî kurdan navê Devlet Bahçelî li qadeke Amedê bike.
Di dewama daxuyaniyê de li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewletê berxwedêriya gelê kurd jî hat bibîrxistin.
Di daxuyaniyê de bang li temamiya gelê Kurd jî hat kirin ku li dijî biryarê helwestê nîşan bidin.
Çalakî bi stranên kedkarên çand û hunera kurdî bi dawî bû.