SAZIYA PARGÎN A ÇANDÊ LI HERÊMA KOÇERAN
JI DÎROKÊ HINASEYA DENGÊ ÇANDEKE KEVNAR
Mîna ji nava rûpelekî çîrokeke kevnar, ji destaneke nivîskî û devkî derkeve ji xaka welêt hinaseya dengê çandeke kevnar tê bihîstin.
Ji bo bihîstin û belavkirina vî dengî,,,
Ji bo jîndarkirina çandeke ku sedê salan bûyî hedefa êrişa qirkirinê,
Li Rojavayê Kurdistanê kar û xebateke girîng tê kirin.
PARGÎN…
Saziya Lêkolîn û Parastina Kevneşopiya Rojavayê Kurdistanê li herêma Koçeran a Dêrikê.
Ev sazî hin berhemenên ji çanda Kurdî amade dike.
Bêyî berhem bên weşandin, ji niha ve li ser Youtube, Facebok, Înstagram, Twîtter û tevahiya medya dijîtal nav û deng daye.
Her kes bi meraq li benda berhemên PARGÎN’ê ye.
Kal û pîr, jin û ciwan û helbet nifşekî nû yê ji nava Şoreşê dibişkive wê bibin dengê vê çanda kevnar.
Li pişt vê projeyê Îbrahîm Feqe, Şêro Hinde, Mehmûd Berazî û gelek hunermend hene.
Ji dîmenên kurt ên danasîna berheman jî xwe dide der, ku wê berhemên xweş bên weşandin.