XELATA WELATÎBÛNA RÛMETÊ
ŞAREDARIYA RÎGNANO FLAMÎNÎO YA ÎTALYAYÊ JÎ XELAT DA RÊBER APO
Li Îtalyayê Xelata Welatîbûna Rûmet ê…
Şaredariya Rignano Flaminio Xelata welatîbûna Rumetê diyarî Abdullah Ocalan kir.
Şaredariyê biryara dayina xelata welatîbûnê beriya niha dabû, lê ji ber şert û mercên şewba Korona nekarîbû merasîmê li dar bixe.
Ji bo dayîna xelatê, li salona şaredariyê merasîmeke fermî pêk hat.
Şaredarê Rignano Flaminio Fabio di Lorenzi,xelat radestî Komîteya Kurd kir.
Piştre jî peyamek da û qala têkoşîna rewa ya gelê Kurd û paradîgmaya Sîstema Konfederal a Demokratîk a Rêber APO kir.
Lorenzi diyar kir ku wî pirtûkên rêber Abdullah Ocalan bi kêfxweşî xwendiye û wiha got;
Paradîgmaya rêber Apo ji bo çareseriya meseleya Kurd û ji bo pêşvebirina demokrasiyê li Rojhilata Navîn û Tirkiyê gelekî girîng e.
Lê belê Tirkiye hîn jî êrişê dibe ser gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd di zindanê de dihêle.
Ev yek teqez nayê qebûlkirin.
Welatên rojavayî ji bo çareseriya siyasî ya vê pirsgirêkê divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.”
Pişre jî nûnerê Komîteya Kurd axivî, spasiya şaredar û di şexsê şaredar û meclîsê de spasiya xelkê Rignano Flaminio kir.
Komîteya Kurd xwest ku heta Rêber Apo azad bibe, şaredarî piştgiriya wan bike.
Simonetta Cirsci ku bi navê Komîteya ‘Dema dema azadiya Ocalan e’ tevlî merasîmê bû, diyar kir ku saleke ew di vê çarçoveyê de dixebitin û 2’ê Cotmehê jî wê li Strasbourgê bin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku berê jî Şaredariyên Palermo, Napoli, Palagonia, Reggio Emilia, Riace, Martano, Pinerolo, Castel de Giudice, Castel Bottaccio, Berceto, Cinquefrondi, Fossalto jî xelata rûmetê ya welatîbûnê dabûn Rêber Apo.