HEWLDANÊN KNK’Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK
ŞANDEYA KNK’Ê ÇÛ SERDANA KAMURAN MENTIQ Û MEHMÛD OSMAN
Şandeya KNK’ê ya bi serokatiya Hevserok Zeyneb Murat çû serdana nivîskar û hîndekar Dr. Kamuran Mentik.
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murat di hevdîtinê de li dijî dagirkeriya Tirk qala girîngiya rol û berpiryariya rewşenbîran kir.
Hîndekar Dr. Kamuran Mentik kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî dagirkerIya Tirk destnîşan kir.
Şandeya KNK’ê dûre jî çû serdana siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman.
Di serdanê de qala xetereya dagirkeriya Tirk hate kirin û pêwistiya têkoşîna hevpar a Kurdan hate destnîşankirin.
HEWLDANÊN KNK’Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK
SEROKA FRAKSIYONA GORANÊ GULISTAN SEÎD BANG LI PARLEMENÊ KIR
Seroka Fraksiyona Goran Gulîstan Seîd jî piştî hevdîtineke bi şandeya KNK’ê re, ji Rojnewsê re axivî.
Gulîstan Seîd li dijî dagirkeriya Tirk banga berpirsyarî li serokatiya parlemena Başûr kir.