Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şandeya Îtalî li Şengalê ye

 

ŞANDEYA ÎTALÎ LI ŞENGALÊ YE
HEYETÊ SERDANA SAZIYÊN RÊVEBIRIYA XWESER KIR

Şandeyeke îtalî ya ji rewşenbîr, aktîvîstên mafên mirovan, rojnamevan, niviskar û bijîşkan pêk tê, serdana Şengalê kir.

Şandeyê despêkê Şehîtgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Serdeşta çiyayê Şengalê ziyaret kir.

Endamên şandeyê li Şehîtgehê bi Saziya Malbatên Şehîdan re rûniştin û li ser ferman û qehremaniya Şehidên Şengalê û rewşa Şengalê nixandin kirin.

Şandeyê piştî hevdîtina bi saziya Malbatên Şehîdan re, serdana Desteya Rêveriya Şengalê kir.

Li vir şande ji aliyê Berpirsên Rêbveberiya Xweser a Şengalê ve hat pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtina li vir, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî endamên şandeyê li navenda xwe pêşwazî kirin.

Di rûniştinê de berdevk û endamên TAJÊ li ser rewşa jinên Êzidî endamên şandeyê agahdar kirin.

Her wiha li ser politikayên dewleta Iraqê ya dixwaze vîna gelê êzîdî û bi taybetî jî ya jinên êzîdî tûne bike, nirxandin hatin kirin.

Têkildarî hevdîtinê Hevseroka Desteya Rêveberiya Şengalê Xezal Reşo ji ajansa Nûjinhayê re axifî.

Xezal Reşo da zanîn ku ew li ser pergala xwerêvebirinê bi şandeyê re axivîne û ev agahî dan:

Ji şandeyê Mariya Novela jî di derbarê sedema hatina xwe ya Şengalê de got:

“Em ji xwe re wek erk dibinin ku vîna vî gelî bi cîhanê bidin nasîn.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv