Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şandeya HDP’ê li Antalyeyê bû

 

Hevserokê HDPê Mithat Sancar li Antalyê bi rêxistinên sivîl re civiya.

Mijar ne xerîb bûn.

Butçeya şer ya hukumetê. Feqirî û xizaniya li Tikriyê. Tezkereya êrişa li ser Kurdan, ku AKP hewl wê li meclisê bide qebûl kirin.

ŞANDEYA HDP’Ê LI ANTALYAYÊ BÛ
HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ HDP’Ê MÎTHAT SANCAR BI NUNERÊN RÊXISTINÊN CIVAKÎ RE CIVIYA

Hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, li Antalyayê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya.

Sancar têkildarî helwesta partiya xwe û deklarayona Aşitî û Demokrasiyê agahî dan.

Sancar bal kişand ser budçeya sala 2022’an û da zanîn ku ew ne budçeya qesrê budçeya gel dixwazin.

Mîthat Sancar destnîşan kir ku îqtidarê birînên kûr li Tirkiyê vekiriye û bi bîrxist ku êdî saziyên Navnetwî jî piştrast dikin ku vê hukumetê rêxistinên terorist finase kiriye.

HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ HDP’Ê MÎTHAT SANCAR:
WERIN EM BI HEV RE AŞTIYÊ BÎNIN Û WELATEK AZAD AVA BIKIN

Hevserokê HDP’ê destnîşan kir ku divê her kes li ber polîtîkayên şer ên îqtidarê rabe û wiha got:

“Tezkere dîsa pêşkêşî Meclîsê kirin. Hikûmet bi polîtîkayên şer hewl dide hebûna xwe biparêze.

Divê her kes bibîne ku wê ev tezker jî xizmetê ji vê armancê re bike.”

Mîthat Sancar di dawiya axavtina xwe de bal kişand ser siyaseta şer û got:

“Em banga xwe nû dikin. Ji tevger û lîstikên şer ên hikumetê re bêjin na. Werin em bi hev re aştiyê bînin û welatek azad ava bikin.”

Civîn piştî axavtina hevserokê giştî yê HDP’e Mîhat Sancar li çapemeniyê girtî dewam kir.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv