Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Şandeya HDP, DBP û gelek sazî çûn serdana merasîma bîranîna Komkûjiya Roboskî

 

28’ê Kanûna 2011’an bi fermana serokê AKP’ê Erdogan 34 kes ku pirawaniya wan ciwan bûn hatin qetil kirin.

Ji ber komkujiyê ne Erdogan ne jî hikmeta wê demê hate darizandin.

Malbatên Roboskiyê serê vê sibê berê xwedan nav goristanê û zarokên xwe bibîranîn.

Hevseroka HDP’ê Perwîn Buldan jî dinavê de gelek kes çûn gundê Roboskiyê.

Bi rast hatina salvegera 9. a komkujiya Robokiyê şandeyek ji HDP’ê DBP û rêxistinên civaka sivîl serdana gundê Roboskiyê kirin.

Şandeya rêxistin û partiyên Kurd bi malbatan re çûn ser goristanê û qurbanî bi bîranîn.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di bîranînê de axivî û got:

Li vî welatî ger li qatil û terorîstan digerin, divê pêşî berê xwe bidin komkujiya Roboskiyê.

Pervîn Bûldan bi bîr xist ku rojek piştî komkujiyê di manşetên rojnameyan de wiha hatibû nivîsandin

Dewletê bombe li gelê xwe barand” û wiha dewam kir:

Erdogan ku wê demê serokwezîr bû, wiha gotibû; ‘Ev dewlet bombeyan li gelê xwe naberîne’.

Çima daxuyaniyeke wiha dabû? Ji bo bûyerê binixumîne, berpirsyaran biparêze.

Hevseroka HDP’ê di dawiyê de got: Ji bo pêkanîna daxwazên malbatên qurbaniyan ewê her tiştî bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv