Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera kêliya bi êş a dîroka Kurdistanê: Darvekirina avakarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed 31.03.2021

 

SALVEGERA KÊLIYA BI ÊŞ A DÎROKA KURDISTANÊ
DARDEKIRINA AVAKARÊ KOMARA KURDISTANÊ QAZÎ MIHEMED

Hinek bûyer rûdanên diqewim bi demê re dibin nirxên dîrokê yên civakê.

Komara Kurdistanê ya Mahabadê jî yek ji van bûyera bû.

Pêşewa Qazî Mihemed yekem serokê Komara Kurdistanê bû.

Qazî Mihemed di 1’ê Adara 1893’an de Mahabadê tê dinê.

Xwendina olî û zanistî her li wir xwend.

Ji bilî zimanê Erebî û Farisî, zimanê Fransî, Inglîzî û Rusî jî dizanî.

22’ê Çileya 1946’an li Meydana Çarçirayê avakirina Komara Kurdistanê radigihîne.

11’ê Sibata heman salê Meclîsa Millî ya Kurdistanê di bin serokatiya wî de cara pêşî civîna xwe pêk tîne.

Heman rojê Kurdî weke zimanê fermî yê dewletê û “Ey Reqîb” jî weke sirûda netewewî ya Kurdistanê tê ragihandin.

Temenê Komara Kurdistanê tenê bû 11 meh.

Ji parçeyên din jî Kurd di wezîfeyên bilind ên rêveberiya Komara Kurdistanê de cih girtin.

Mela Mistefa Barzanî yek ji wan kesan bû ku ji aliyê Qazî Mihemed ve bi pileya generaltiyê ve hatibû erkdarkirin.

KOMARA KURDISTANÊ Û JIYANA QAZÎ MIHEMED
YEK JI XALÊN GIRÎNG ÊN REWŞENBÎRÎ PÊŞXISTINA ZIMAN BÛ

Yek ji xalên giring û binirx ên Komara Kurdistanê, giringîdana rola jinê bû.

Bi avakirina komele û rêxistinên taybet ên jinan ve jin tevli siyaset û rêveberiya komarê dibûn.

Hevjîna Qazî Mîna Xan dibe seroka Komeleya Yaya ku komeleyek taybet a jinan bû.

Di serdema Komara Kurdistanê de giringiyeke mezin ji bo pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî hat dayîn.

Rewşenbîrên wek Hejar, Hêmin Mukiryanî û Hesen Qizilcî hertim wek şêwirmend di gel Qazî Mihemed de kar dikirin.

Li Mihabadê gelek dibistan û pirtûkxane hatin vekirin.

KOMARA KURDISTANÊ Û JIYANA QAZÎ MIHEMED
DI 17’Ê KANÛNA 1946’AN DE ARTÊŞA ÎRANÊ ÊRIŞÎ KOMARA KURDISTANÊ KIR

Ji ber berjewendiyên qirêjî yên dewletên mezin, bi taybetî Rûsya û Îngilistanê Komar hat qurbankirin.

Di qada navnetewî de Komar bi tenê hate hiştin.

Li gel van geşedanan, artêşa Îranê jî êrîşî komarê kir.

17’ê Kanûna 1946’an artêşa Îranê xwe gihand navenda bajarê Mahabadê ku paytexta komarê bû.

Qazî Mihemed û hevalên xwe heta dawiyê li ber xwe dan.

Qazî Mihemed ji bo rê li komkujiya gel bigire, xwe radestî hêzên Îranê kir.

31’ê Adara 1947’an de Qazî Mihemed û hevalên xwe li meydana Çarçira hatin bidarvekirin.

JI BO GELÊ KURD BANGA QAZÎ MIHEMED
“JI BO HER MILETÎ SEMBOLA SERKEFTINÊ YEKÎTÎ YE”

Pêşengê Komara Mehabad Qazî Muhemmed beriya were darvekirin ji rejîma Îranê û Kurdan re wiha axivî bû:

“Çavên min li paş namînin, min dixwest di dawiya jiyana xwe de azadkirina xaka Kurdistanê bibînim, hûn Qazî Mihemmed dikujin, lê bi hezaran Qazî wê rabin û ewê vê dozê bidomînin; ez ji gelê Kurd jî dixwazim ji bo Kurdistaneke azad têbikoşe û ti car bawerî bi xwefiroşan neyne. “Bijî Kurd û Kurdistan.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv