Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera Êrişên li Ser Efrînê

 

Bi wesîleya salvegera 4’an a êrişa dagirkeriya Tirk a li dijî Efrînê ye Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê Kongreya Star daxuyanî dan.
Di daxuyaniyan de bang li hêzên navnetewî hate kirin ku li dijî êrişên dagirkeriyê bikevin nava tevgerê..

SALVEGERA ÊRIŞÊN LI SER EFRÎNÊ
MSD: DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWÎ Û DEWLETÊN EREB BI ERKA XWE RABIN

Meclisa Sûriya Demokratîk bi boneya salvegera 4’emîn a êrişên li dijî Efrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin.

“20’ê Çileyê salvegera 4’emîn a Efrin-Eris-Daxuyanidestpêkirinê êrişên Tirkiyê li ser bajarê Efrînê û gundewarên wê ye.

Bi dagirkirina Efrînê ve Dewleta Tirk ji bo şikandina vîna xelkê herêmê hemû cure çek bi kar anîn.

Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û komên girêdayî wê ve, herêm di pêvajoyên herî xeter re derbas bû.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêwîst e derbarê sûc û binpêkirinên ku ji aliyê rejîma Tirk ve têne kirin lêkolîneke were vekirin.

MSD’ê bang li hêzên navneteweyî û dewletên ereban kir ku li hemberî siyasetên firehkirina dagirkeriya Tirkiyê xwedî helwest bin.

KONGRA STAR
DEWLETA TIRK BÊ NAVBER ÊRIŞÊN XWE DEWAM DIKE

Koordînasyona Kongra Star jî têkildarê mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta tirk li ber çavê cîhanê pîvanên navneteweyî û mirovî bin pê kir.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa gelê Efrînê û wiha got:

“Niha li kampên koçberiyê bi dehhezaran Efrînî hewl didin di bin şertên zahmet de bijîn.

Bi vê êrişa hovane re li herêmê kuştin, revandin, êşkencekirin û talan bê naber dewam dike.

Bi polîtîkayên taybet tê xwestin ku demografiya herêmê bê guhertin.”

Di dawî de Kongra Star bang li hêzên Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan û hemû saziyên navneteweyî kir ku li himberî sûcên dewleta tirk bêdeng nemînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv