Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera 4’an a dagirkirina Efrînê: Di nava 4 salan de Efrîn veguherandin navendeke çeteyan

 

SALVEGERA 3’YAN A DAGIRKIRINA EFRÎNÊ
DI NAVA 3 SALAN DE EFRÎNÊ VEGUHERANDIN NAVENDEKE ÇETEYAN

Dewleta tirk tevî çeteyên bermahiyên DAIŞ û El Nusrayê 20’ê çileyê 2018’an tevî 72 balafirên şer êrişî Efrînê kir.

18’ê Adarê jî Efrîn bi temamî hat dagirkirin.

Efrîna ku di dema şerê Sûriyê de bûbû weke navendeke jiyana hevpar a gelan, piştî dagirkirinê veguherî navenda komkujî, tecawiz, talan û tirkkirinê.

Helbet ev dagirkerî bi erêkirina Amerîka û Rûsyayê pêk hat ku qaşo weke garantor li herêmê bûn.

Di êrişand de li gel çeteyên DAIş û El Nusrayê çekên konvansiyonel ên NATO’yê jî hatin bikaranîn.

Tankên leopard 2 yên almanyayê jî di vî şerê qirêj de li dijî Efrîniyan hatin bi kar anîn.

tevî ewqas hêz û teknîkê jî şervanên YPG-YPJ’ê berxwedaneke dîrokî bi pêş xist. 58 roj nehiştin dagirker bikevin nava bajêr.

Dewleta dagirker bi çeteyên xwe re, li gorî raporan bi kêmanî 870 sivîl qetil kirin. Ku ji van 82 sivîlan bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

Dagirkeran li Efrînê jî di serî de jin kirin hedef.

Di 3 salên bihurê de qaîdeyên DAIŞ’iyan li ser şêniyên Efrînê man hatin ferzkirin.

Jinan xistin nav çarşefên reş û di malan de hepis kirin.

Dagirkeran hezar jê jin 7 hezar kes di vê proseyê de revandin.

Dîsa li gorî raporên saziyên mafê mirovan ji 75 jinên qetil kirin, pêşî dest avêtin 69 heban.

Aqûbeta sedan jinên di destê dagirkeran de ne, hê jî nayê zanîn.

Dewleta tirk a dagirker ku li Efrînê li dijî jinan û gel komkujî pêk anîn, demografya bajêr jî guhert.

Ji sedî 90’ê şêniyên Efrînê beriya dagirkeriyê kurd bûn.

Ji ber êrişan bi kêmanî 300 hezar Efrîniyî ji bajêr koç kir.

Li gel vê jî berxwedana li dijî dagirkeran dewam kir.

Hêzên Rizgarkirina Efrînê bi terzê şerê gerîla derbên giran li dagirkeran da û hîn jî dide.

Gelê Efrînê jî li kêleka bajarê xwe li Şehbayê kon veda û nîşanî dinyayê gişî da ku ew ê ji axa xwe neqete.

Dewleta tirk piştî dagirkeriyê vî bajarê ku navenda aramiyê bû vegiherand bajarê çeteyan.

Ji Idlib, hema, Hums, Xuta û Helebê çete anîn û li vir bi cih kirin.

Li gel komkujî, talan û tacawizan dewleta tirk li vir siyaseta tirkkirinê jî meşand.

Li dibistanên ku berê perwerdeya kurdî lê dihat kirin piştî dagirkirinê zimanê tirkî hat ferzkirin, perwerdeya bi kurdî hat qedexekirin..

Navê kuçe, kolan, cih û waran jî hatin tirkîkirin.

64 dibistan hatin xerakirin.

Dagirkeran dest danî ser mal û milkê xelkê, talan kirin.

Dewlemendiya sererd û binerd tevî talana çandî û dîrokî hîn jî dewam dike.

Piştî dagirkirinê bi milyonan darên zeytûnan hatin birîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv