Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salih Muslim: Ev êriş lîstokên hikumeta Şam û Rûsyayê ne

 

SALIH MUSLIM:
EV ÊRIŞ LÎSTOKÊN HIKUMETA ŞAM Û RÛSYAYÊ NE

Hêzên hukûmeta Şamê ên bi navê “Dîfaa El-Wetenî” li Qamişloyê ji taxa Teyî bi çekên giran êrişî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin.

Di çarçoveya parastina rewa de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiv dan êrişan.

Di encama êrişên ku tevahiya şevê dewam kir, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû.

Têkildarî mijarê, Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim ji ajansa ANHA’yê re axifî.

Salih Muslim, desnîşan kir ku armanca van êrişan xirabkirina aramiyê ye û got:

“Bi zanebûn tevliheviyê derdixin. Bi van êrişan ve dixwazin Rûsya jî wek navbênkar rol bilîze. Ev tiştekî bêexlaqî ye.”

Salih Muslim diyar kir ku hikumeta Şamê hewl dide bi van êrişan dengê xwe zêde bike û wiha pê de çû:

“Di bingeha van tevliheviyan de nêzbûna hilbijartinên hikumeta Şamê heye.

Ev lîstokên hikumeta Şamê û Rûsyayê ne. Rûsyayê heman tişt li Eyn Îsa û Şehbayê jî kiribû.

Salih Muslim di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ev êriş xizmeta gelê herêmê nakin û gel wiha hişyar kir:

“Têkiliyên hikumeta Şamê bi dewleta Tirk re jixwe li ser esasê têkbirina aramiyê ne.

Her du alî jî dixwazin tevlîheviyan biafirînin da ku baweriya gel bi Rêveberiya Xweser bişkînin.

Divê gelê me li dijî van planan hişyar be.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv