ŞAHIYA ÇANDA KURD A NAVNETEWEYÎ
ROJA ŞEMIYÊ BI DEH-HEZARAN KURD WÊ BERÊ XWE DIDIN HOLLANDAYÊ
25’ê Îlonê li bajarê Hollanda Landgraafê şahiya Çanda Kurd bi şîara ‘Statu ji Kurdistanê re, azadî ji Rêber APO re tê li darxistin.
Komîteya Amadekar diyar kir ku hemû amadekariyên wan bi dawî bûne û ew li benda Kurdistaniyan in.
Di şahiyê de wê çalakiyên cihêreng pêk werin.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Almanyayê, navendên civaka demokratîk ên Belçîka, Hollanda, Swîsre, Awûsturya û gelek welatên din jî bi daxuyaniyan banga tevlîbûna şahiyê kirin.
Dîsa rêxistinên wekî Konfederasyona Elewiyên li Ewrûpayê, Federasyona Êzdiyan, CÎK û gelek rêxistinên din jî heman bang kirin.
Şahiya Çanda Kurd wê roja Şemiyê bi awayekî zindî li ser ekranên Stêrk Tv jî be.