Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şahiya Çanda Kurd a Navneteweyî bi beşdariya dehhezaran kesî hat lidarxistin

 

ŞAHIYA ÇANDA KURD A NAVNETEWEYÎ
BI BEŞDARIYA DEHHEZARAN KESÎ HAT LIDARXISTIN

Li Ewrûpayê Kurdan yek ji çalakiyên xwe yên herî mezin li dar xist.

Ew jî Şahiya Çanda Kurd a Navneteweyî bû.

Cara 29’an ev şahî hat lidarxistin.

Ji çar aliyên Ewrûpayê Kurdan û dostên wan berê xwe dan bajarê Hollanda Langdraafê.

Jinên Kurd bi cilûbergên xwe yên gelêrî û neteweyî beşdarî vê şahiyê bûn.

Her wiha gelek hunermend, siyasetvan û dostên Kurdan jî di şahiyê de amade bûn.

Şahî bi xwendina sirûda neteweyî Ey Reqîb û rêzgirtina ji bo tevahiya şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Axaftina pêşî Hevserokên KCDK-Ewrûpayê Yuksel Koç û Fatoş Goksungur kirin.

Û ji Kurdên li Ewrûpayê xwestin, ku bi awayekî xurt beşdarî Pêngava Dem Dema Azadiyê ye bibin.

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs jî di şahiyê de axivî.

Karamûs li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan, bal kişand ser girîngiya yekîtiyê.

Her wiha xwest Kurd hemû li ber şerê qirêj ê dewleta Tirk dike, bi taybetî bikaranîna çekên kîmyewî rabin.

Serokê Yekîtiya Heq û Azadiyan Dr, Mihemed El Şamî jî xîtabî beşdarên şahiyê kir.

El Şamî got, têkoşîna gelê Kurd ji bo tevahiya gelan e.

Em pir kêfxweş in, ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ala azadiyê bilind kiriye li vir in.

Em ê timî li rex têkoşîna Kurdan bin û li rex têkoşîna xelkê Filistînê behsa têkoşîna gelê Kurd jî bikin.

Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Asya, Abdullah, Profesor Homa Sîson, Parlementer Andrey Hunko, parêzerê Rêber Apo Arturo Salernî jî xîtabî beşdarên şahiyê kirin.

Hunermend Hozan Canê, Nanobeat, Hozan Diyar, Şivan Perwer, Çoman Reşîd jî derketin ser dikê.

Di şahiyê de li rex peyamên gelek sazî û rêxistinan, peyama Komalên Jinên Kurdistanê jî hat xwendin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik jî bi peyameke bi dîmen beşdarî şahiyê bû.

Şahiya Çanda Kurd a Navneteweyî heta danê êvarî dewam kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv