ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
EM Ê LI SER ŞOPA ŞEHÎDAN BIMEŞIN Û TEQEZ BI SER KEVIN
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok tevli Bernameya Taybet a televîzyona me bû û bersiv da pirsên rojnamevan mehmet Emîn Yildirim.
Sabrî Ok di şexsê şehîdên meha gulanê de hemû şehîdên doza azadiya Kurdistanê bi minetdarî bi bîr anîn û destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê wê li ser şopan şehîdan bimeşe û teqez bi ser keve.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
DEWLETA TIRK PIŞTÎ ŞIKESTIN Û TÊKÇÛNA LI GARÊ ÊRIŞÎ ZAP, METÎNA Û AVAŞÎNÊ KIR
Der barê tevgera dagirkeriyê ya dewleta tirk de Sabrî Ok diyar kir ku ji destpêka têkoşîna azadiyê ve êriş hene.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
ZIMANÊ DEWLETA TIRK A DAGIRKER Û YÊ MESRÛR BARZANÎ WEKÎ HEV IN
Sabrî Ok diyar kir ku dewleta tirk bi îcazeya ji hêzên cîhanî wergirtiye van êrişan pêk tîne û îşaret bi hevkarên herêmî yên êrişan kir.
Der heqê mahiyet û armanca esasî ya êrişên dagirkeriyê de jî Sabrî Ok daxuyaniyên wezîrê şerê taybet Suleyman Soylu mînak da û destnîşan kir ku armanca wan dagirkirina temamiya Başûr e.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK
DEWLETA TIRK LI GEL BIKARANÎNA TEVAHÎ TEKNÎKA XWE TI ENCAM BI DEST NEXIST
Sabrî Ok bi berfirehî şerê dijwar ê li Zap, Avaşîn, Metîna pêk tê û berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê nirxand.
Sabrî Ok îşaret bi girîngiya xwedîderletina gel a li berxwedana gerîla kir û xwest kurd hemû li dora berxwedanê bibin yek.
Sabrî Ok destnîşan kir ku bi taybetî jî lazim e gelê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê raweste.