Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rûsyayê li dijî Ûkraynayê dest bi şer kir

 

RÛSYAYÊ LI DIJÎ ÛKRAYNAYÊ DEST BI ŞER KIR
ARTÊŞA RÛSYAYÊ ÊRIŞÎ GELEK BAJARAN KIR

Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî ku serxwebûna Donbasê nas kir, şevê din talîmata şerê li dijî Ûkraynayê da.

Vladimîr Pûtîn diyar kir, ku armanca wan a ji vî şerî ne dagirkirina Ûkrayna, lê belê bêçekkirina wê ye.

Piştî ku Pûtîn biryara şer da, bajarên Karkîv, Karamatorsk, Dnîepr û Donetskê, dîsa li bajarên Marîopûl û Odesa yên li peravê ne teqîn pêk hatin.

Artêşa Rûsyayê ragihand, ku wan baregehên parastina hewayî yên Ûkraynayê îmha kirine.

Artêşa Ûkraynayê jî ragihand, ku wan li herêma Luhanskê 2 gund xistine kontrola xwe û li heman herêmê 5 balafir û helîkoptereke Rûsyayê anîne xwarê.

Artêşa Rûsyayê ev yek red kir û got, ti balafireke wan a leşkerî nehatiye xistin.

Wezareta Karên Hundir a Ûkraynayê jî got, dibe ku bi fuzeyên Rûsî bi sedan leşkerên wan hatibin kuştin.

Serokkomarê Ûkraynayê Volodomîr Zelensky jî bang li hêzên navneteweyî kir, ku li dijî Pûtîn koalîsyonekê ava bikin.

Li ser ragihandina şer û êrişan, Serokdewletê Amerîkayê Jo Baydin jî got, em ê piştgiriya xwe ya bi Ûkraynayê re bidomînin.

Ji êrişan û encamên wê yên rûxîner tenê Rûsya berpirsiyar e.

Wê cîhan ji Rûsyayê hesab bipirse.

Her wiha NATO’yê û Yekîtiya Ewrûpayê jî biryara civînên awarte dan.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg got, di vê dema xirab de em li cem gelê Ûkraynayê ne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonyo Gutteres jî bi gotina “li ser navê mirovahiyê dawî li êrişê bîne” bang li Moskowê kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv