Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Roza Metîna: Kevneşopiya çapemeniya kurd 07.04.2021

 

ROZA METÎNA / NEWAYA JIN
KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA KURD

Kevneşopiya çapemeniya kurd a ji dirûşma berxwedanê li dijî derewên medyaya alîgir, êrişên sîstematîk û feraseta medyaya alîgir a hewil dide jinê û civakê di nava qalibên zayendperestî û bêtifaqiyê de bifetisînin, bi salane têkoşîneke mayinde dide.

Gurbeteli Ersoz, Mûsa Anter ên pêşengiya vê kevneşopiyê kirine bi heman helwestê li dijî zimanê zayendperest ê çapemeniya alîgir ku jinê bi destên mêr û darazê qetil dike, sekinîne. Her wiha li dijî mekanîzmayên temsîliyeta wekhev nahesibînin û çapemeniyê ji xwe re wekî mertalekê bi kar tînin, ketine nava tevgerekê. Ji berkevneşopiya çapemeniya kurd a ji dirûşma berxwedanê li ser esasên serîtewandinê hîmê xwe neavêtiye loma dibe hedef.

Ji ber ajansa jinê Jinha li ser şopa kevneşopiya çapemeniya kurd a ji dirûşma berxwedanê li dijî zimanê zayendperest, şoven û pornografîk ê medyaya yekperest nûçeyên xwe hûnand, hat girtin. Piştre Şûjin hat vekirin lê ew jî bi heman zihnîyet û helwestê hat girtin. Niha Jinnews li dijî zehniyeta bi zimanê çapemeniya alîgir destdirêjiya rûmeta jinê dike tevî hemû astengiyan li berxwe dide.

Jixwe dema mijar dibe jin zihniyeta bedena jinê wekî objeya tolgirtina mêr dibîne di çapemeniya alîgir û yekperest de jî xwe dide der. Dema mijar dibe serhildan û raperîna jinê medyaya qaşo ji xwe dibêje em muxalîfin û ya alîgir jî di heman çarçoveyê de dibin yek û mafê jinê binpê dike. Bi rêya vê yekê jî rolên zayenda civakî jî li ser jinan tên ferzkirin û êriş tên kirin. Bi salane li dijî vê helwestê, li dijî zimanê zayendperest, hewildana dubarekirina dîroka qirkirin û bişaftinê û polîtîkayên şer ên taybet têkoşîneke piralî ya hebûn û berxwedanê di kevneşopiya çapemeniya kurd de dibe mînak.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv