Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ronahî Serhed: Dewleta Tirk ji bo armancên xwe yên qirêj PDK’ê bikartîne

 

RONAHÎ SERHED HEVKARIYA PDK Û DEWLETA TIRK NIRXAND:
DEWLETA TIRK JI BO ARMANCÊN XWE YÊN QIRÊJ PDK’Ê BIKARTÎNE

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed di destpêka hevpeyvîna we ya bi ANFê re pêşî Gerillayên ku di êrişên kîmyewî yên artêşa tirk de şehîd bûne, welatiyên başûrê ku bi balafirên tirk li Pîşterê hatin qetil kirin û Deniz Poyraz ku li avahiya HDPê ya Îzmirê hat kuştin bibîranin.

Derheqê helwesta PDK’ê ya li hemberî PKK’ê de Ronahî Serhed destwerdana PDK’ê ya li heremên gerilla weke daxwaza şer pênase kir û wiha axivî:

“Mesele ne nakokiyên di navbera PKK û PDKê de ye.

Dewleta tirk ji bo li qadên gerîla bi hesanî bigihêja armanca xwe, PDK daye gel xwe û wê bi kar tîne.

Armanca dewleta tirk zelal e. Dixwaze Kurdistanê tevahî bi dest bixe.

Li Şengalê, li Rojava, li Bakur, li kîderê destkeftiyeke kurdan hebe dixwaze wê ji holê rake.”

Ronahî Serhad da zanîn Dewleta tirk wisa plan kiriye ku eger hêza gerilla têk bibe ewê karibe hêsantir siyaseta xwe ya dagirkirinê ya Rojhilata navin pêkbîne û got:

RONAHÎ SERHAD PDK’Ê ŞIYAR KIR:
HÊZA TE ÇI DIBE BILA BIBE NIKARÎ BI DIJMIN RE HEVAKARÎ BIKÎ

“Dewleta tirk dixwaze serweriya sêgoşeya sitratejik ya navbera sînorên Tirkiye Iran û Iraqê bi destbixe û başûrê Kurdistanê ji we re bike navenda rant, gendelî û karên çetewarî. Di vê armanca xwe de PDKê bikartîne.”

Ronahî Serhad da xuya kirin dewleta tirk ne ji ber hebûna gerilla, lê ji ber dagirkirina tevahiya heremê hatiye başûrê Kurdistan û got,

“Derdekî PDKê bi dijminên kurdan re tine, ew bi siyaseta kurdewariyê tenê dixwaze hebûna xwe bixe bin garantiyê. Ji bo vê her rêyê ji bo xwe rewa dibîne.

Ronahi Serhad di vê mijarê ev şiyarî li PDKê kir:

“Hêza wek ya siyasî, aborî û eskerî çi dibe bila bibe her tişt sînorekî wê heye. Kes nikare bi çarenûsa miletekî bileyîze û bibe hevkarê hêzên dijmin.”

RONAHÎ SERHAD BANG LI HÊZÊN CÎHANÊ KIR:
GELÊ KURD NEKIN QURBANA BERJEWENDIYÊN XWE, MAFÊN WÊ YÊN REWA NAS BIKIN

Derheqê bêdengiya hêzên navnetewî ya li hemberê êrişên dewleta tirk jî Ronahî Serhed wiha axivî:

“Divê hêzên Navnetewî zanibin, îmha û qirkirin ne qedera gelê kurd e. Em vê yekê red dikin.

Gelê kurd biryar daye di sedsala 21’an de weke milletek azad mafê xwe yê jiyanê biparêze.

Em bang li NATO, Amerîka, Yekitiya Ewropayê û hemû hêzên cîhanê dikin ku gelê kurd nekin qurbana berjewendiyên xwe. Mafên rewa yên gelê kurd nas bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv