Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

ROJNAMEYA THE ARAB WEEKLY

ROJNAMEYA THE ARAB WEEKLY:
”DI HEVDÎTINÊN BI ŞAMÊ RE POZÎSYONA KURDAN XURTIR BÛYE”

Rojnameya Di Arab Weekly ku Li Brîtanya, Amerîka û Mîrîtiyên Ereb ên Yekgirtî tê weşandin, nivîseke bi ser navê ”Li Bakur-rojhilatê Sûriyeyê Paşeroja Kurdan ne Zelal e” weşand.

Dîrokzanê ji Sûriyeyê Samî Mûbayed di nivîsa xwe de balê kişand ser biryara mayina qismek hêzên Amerîkî ya li Sûriyeyê.

Mûbayed ku xwe spart dîtinên rojnamegerê Doyçe Weleyê Çeys Wînter, got ku mayina hêzên Amerîkî di hevdîtinên bi rêvebiriya Sûriyeyê de pozîsyona Kurdan xurtir dike.

Mûbayed diyar kir ku piştî vê, rêvebiriya kurd dixwaze kontrola li ciyên wekî Menbîc û Reqayê ku artêşa Sûriyeyê û hêzên ewlekariyê yên Rûs hatibûn bicîkirin, ji nû ve têxe bin kontrola xwe.

Dîrokzanê ereb di nivîsê de qala nuqteyên ku rêvebiriyên Şamê û Rojava li hev nakin kir û du mijarên girîng derxist pêş.

Li gorî Mûbayed, hebûna QSD’ê û damezrandina partiyên li ser xetên etnîk di çarçoveya qanûnên Sûriyeyê de ne pêkan e û niha guherîna qanûnan ne di rojeva rêvebiriya Şamê de ye.

Hêjayî gotinê ye, Samî Mûbayed di nivîsa xwe de îdîa kir, rêvebiriya Şamê soz daye kurdan ku ew ê di siyaseta Sûriyeyê de bibin xwedî ciyekî û di civînên Cenevê de mafên wan biparêze.

Mûbayed di dawiya nivîsa xwe de got, ji ber nuqteyên ku her du alî hîn li hev nekirine, berevajiya ku hin kes difikirin, ji bo lihevkirina Şam û Rojava hîn demeke dirêj lazim e.

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv