Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojnamevan Nîhat Kaya: Serkeftina gerîla pîlanên rejîma tirk xera kirin 01.03.2021

 

TÊKÇÛNA DEWLETA TIRK A LI GARÊ
ROJNAMEVAN NÎHAT KAYA: SERKEFTINA GERÎLA PÎLANÊN REJÎMA TIRK XERA KIRIN

Encamên şerê li Garê di rojevê de ne.

Gelek derdor derbarê encamên şerê Garê de analîzan dikin, nîqaşan dimeşînin.

Rojnamevan Nîhat Kaya ku salên dirêj li herêmê xebitiye derbarê Şerê Garê de ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Kaya tîne ziman ku dema ew di warê siyasî û eskerî de li şerê Garê tê mezekirin, ev rewş ji bo AKP bi binkeftineke mezin bi encam bû û dibêje:

AKP her tim siyasetekê ku mûxalifetê dike hedefa xwe bi rêve dibe.

Desthilatdariyê piştî êrişê, mûxalefet kir hedef. Dema ku êriş hat plankirin jî, mûxalefet di hedefa wê de bû.

Bi vî awayî têgîneke gefê diafirîne û hewl dide mûxalefetê bêdeng bike.

Di dema Efrînê de jî ev yek kir. Di dema Lîbyayê de jî wiha kir.

Di heman demê de, li Qerebax, Girê Spî û Serêkaniyê jî bi heman rê û rêbazan tevgeriya.

Kaya desnîşan dike ku di şerê Garê de rejîma tirk nekarî van rê û rêbazan bibe serî û wiha didomîne:

Ev êriş û şikestin bû sedem ku li herêmê dengeyên hêzan ji nû de bên diyarkirin.

Hikumeta navendî ya Iraqê, ji ber pirsgirêkên navxweyî pir germ li operasyonê mêze nekir.

Lê di heman demê de ji xwe li nedîtinê danî.

Hin komên di nava PDK’ê de ligel ku piştgirî dan êrişê jî, piştî êrişê pir bêdeng man.

Ji ber ku êriş bi ser neket, PDK’ê paşve gav avêt.

Ev jî dide nîşandan, di hevsengiya hêzên herêmê de guhertin çêbûye.

Garê nîşan da ku Tirkiye, her tişta dixwaze nikare bi dest bixe.

Ev jî bû sedem ku hem hêzên navnetewî û hem jî gelên li herêmê helwesta xwe ji nû ve diyar bikin.

Civata Ereb jî, li dijî dewleta Tirk derket.

Kaya dibêje AKP niha ji bo ku ser têkçûna xwe bigre wê li serkeftinekê bigere.

Li gorî rojnamevan Nîhat Kaya, dewleta Tir wê niha hewl bide Garê bide jibîrkirin. Ji bo vê jî wê amadekariya êrîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv