Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojnamevan Gulistan Çiya Îke: ‘Dijberiya li hemberî Êzîdxanê şaşiya dîrokî ye’

 

ÊRIŞA LI DIJÎ ŞENGALÊ
GULISTAN ÇIYA ÎKE: DIJBERIYA LI HIMBERÎ ÊZÎDXANÊ ŞAŞIYA DÎROKÎ YE

Di şîroveya heftiyê ya televîzyona me Stêrk Tv de mijara vê heftiyê êrişa li dijî Şengalê bû.

Gulistan Çiya Îke destnîşan dike ku di êrişan de para herî mezin ya PDK’ê ye.

Xalên di şîroveyê de derketin pêş bi vî awayî bûn:

Ragihandina PDK’ê di van demên dawî de Şengal pir dianîn rojevê. Bi eşkereyî hedef nîşan didan.

Bi taybetî dixwestin peymana PDK û Iraqê ku îradeya Êzîdiyan nas nake, bikeve meriyetê.

Li ser Iraqê zext dikirin û digotin; peymanê bi cih bîne. Wan dixwest Iraq û Êzîdî şerê hev bikin.

Tekane derdê PDK’ê ew e ku rêveberiya xweser û xweparastina li wir ji hev belav bike.

Ji bo vê jî dewleta Tirk ji bo êrişan sor dike. Êzîdiyên li Şengalê weke Heşdî Şabî nîşan dide û bi vî awayî dixwaze Emerîka jî êriş bike.

Iraq li Şengalê bi Êzîdiyan re li rêyeke lihevkirinê digere, PDK li ber vê jî radibe.

Li ser vî esasî divê were dîtin û zanîn ku çavkaniya êrişên li dijî Şengalê, PDK ye.

Dewleta Tirk tiştên ku PDK dibêje, ji xwe re dike hinceta êrişan.

Li gorî îdiayên Şengaliyan, Parastinê xwe li Şengalê bi rêxistin kiriye û agahiyên xwe dide MÎT’a Tirk.

Endamên rêveberiya xweser a Şengalê û fermandarên YBŞ’ê di encama îstîxbarata ku Parastin dide wan, yanî PDK dide, hedef tên girtin.

Ev îdîaya Êzîdiyan e. Heke Parastin ne di nava vî karî de be, Êzîdiyek ne mimkûn e ku di vê astê de di nav xiyanetê de be ku wesaîtan, mal û nuqteyan ji bo lêdana bi balefiran destnîşan bike.

Ji lew re jî ev îdîaya Êzîdiyan rast e. Ji ber ku tê dîtin toreke îstîxbaratê hatiye danîn û kêlî bi kêlî îstîxbarat tê dayîn. P

DK şaşiyeke dîrokî dike. Gotinek heye, dibêje; nifira mazluman li erdê namîne, taliya talî ji zaliman re namîne.

Ev xerabiya ku PDK li Êzîdiyan dike wê li PDK’ê vegere. Êzîdî berdêl didin.

Êdî ne PDK ne Iraq û ne jî dewleta Tirk nikarin pêşî li xweseriya Şengalê bigirin. Êzîdî wê teqez bigihîjin xweseriya xwe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv