Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

Rojeva Çapemeniya Cîhanê derbarê gafên Tirkiyê li ser Rojava de!

Koalîsyon û DYA’yê, piştî amadekariyên Tirkiye yên operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêza xwe ya eskerî ji ser sînor vekişand. Vekişîna hêzên koalîsyonê di çapemeniya cîhanê de cihekî mezin girt. Rojnameya New York Timesê got “Trump li dijî pêşniyaran derket.”  Rojnameya Washington Post jî got DYA ji berpirsiyariyê reviya”

 

 

Gefên Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP’ê Tayip Erdogan a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Herî dawî Serokomar Erdogan bi telfonê bi Serokê DYA’ê  Donald Trump re bi telefonê axivî û xwest têkeve axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li ser vê yekê Qesra Spî daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku ew hêza xwe vedikişînin. Vekişina hêzên Koalîsyon û DYA di çapemeniya cîhanê de cihekî fireh girt.

 

 

 

 

 

    

 

 

NEW YORK TIMES: TRUMP LI DIJÎ PÊŞNIYARAN DERKET 

Rojnameya New York Times (NYT) bi nûçeya sernavê “Trump, polîtikayên Amerîka guhert û piştgirî da operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Sûriyeyê”, Rojnameye di nûçeyê de got “Biryara Trump, hem li dijî DAIŞ’ê û hem jî li dijî pêşniyarên wezareta karên derve ya hevsengiya krîtîk a di navbera Rûsya-Îranê û Pentagon a ku dixwest hêzek biçûk a leşkerî li herêmê ava bike derdikeve.”

 

 

 

 

 

 

 

 

WASHÎNGTON POST: DYA DIREVE 

Rojnameya Washington Post jî di nûçeyê de got: “DYA di navbera du muttefîkê xwe yê girîng de hewl dide aştiyê pêk bîne” Lê bi daxuyaniya Qesra Spî ya dawî ev hewldan ji nişka ve bi dawî bûye. Rojnameyê diyar kir ku Trump ji berpirsiyariyê direve.

 

 

 

 

 

 

 

 

THE GUARDIAN: HAMLEYA TRUMP A BÊ DENGE 

Rojnameya Îngiliz The Guardian, jî bi sernavê “DYA mutefîkê xwe yê Kurd terk kir û wê destûr bide hêzên Tirk derbasî Sûriyeyê bibe” nûçe weşand. Rojnameyê diyar kir ku di polîtîkayên Amerikan de guhertinek ji nişka ve çêbû û ev yek piştî axaftina telefonê ya di navbera Serokê AKP’ê Tayyip Erdogan û Serokê DYA’yê Donald Trump de pêk hat.

 

 

 

 

 

 

 

 

AFP: BI HEZARAN KURD MEŞIYAN SER SÎNOR 

Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP) diyar kir ku piştî biryara ku DYA û Hêzên Koalîsyonê xwe vekişîne gelê Suriyeyên Bakur û Rojhilat meşiyane ser baragehên koalisyonê.

 

 

 

 

GALLEGO: WÊ CAREK DIN KURT QET BAWERIYA XWE JI DYA NÎNIN

Endamê Nûneran a Meclisa Demokrat a DYA’yê Ruben Gallego jî bertek nîşanî vê helwesta Serokê DYA Trump da û got: “Destûrdayîna ku Tirkiye têkeve Bakurê Sûriyeyê wê bibe sedema ku îstîkrara li Rojhilata Navîn winda bibe. Wê Kurd carek din baweriya xwe ji DYA nînin.”

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv