Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Roja ku PDK’ê hewara xwe gihand Qendîlê

 

Roja 6’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrişê navçeya Mexmûr û Guwêrê kirin û dagirkirin. Piştî dagirkirina van navçeyan metirsî ket ser Hewlêrê. Di wê demê de ne dewleta Tirk ne jî hêzên hevpeyman ti bersivek ji bo daxwazên PDK’ê yên alîkariyê nadin. Piştre PDK hewara xwe digihîne Qendîlê û gerîla bi hewara Hewlêrê tên.

Heman roj, dem piştî nîvroye, Konseya Rêveber a KCK’ê di civînê de bû. Di civînê de telefona Zekî Şengalî lêdixe, Şengalî bi lez ji civînê derdikeve û bersiva telefonê dide.

“Silav Heval Zekî, em ji Partiya Demokrata Kurdistanê peywwendî bi were dikin, DAIŞ vaye nêzî Hewlêrê bû û dibe Hewlêr bikeve. Ricayê dikin, tenê daxuyaniyek bidin bêjin em ê şerê DAIŞ’ê bikin, ji bo moralê xelkê Hewlêrê bilind bibe û Hewlêrê vala nekin.”

Piştî vê daxwazê, Zekî Şengalî carek din derbasî nava civînê dibe û vê peyama PDK’ê di civînê de tîne ziman. Piştre Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek dide û dibêje, “Gelê me li kuderê di metirsiyê de be, em ê wan bi parêzin.”

Piştî kêr digihe hestî, Hikûmeta Herêmê bi veşartî daxwaz ji PKK’ê dike ku bi cilûbergên gerîla û alên PKK’ê ve bi konvoyan di nava bajarên Başûrê Kurdistanê re derbasbibin û derbasî çeperên şer bibin. Daku moral bidin pêşmerge û xelkê Başûr.

Rojek piştî dagirkirina Mexmûrê roja 7’ê Tebaxa 2014’an hêzek mezin a gerîla ji Qendîlê bi rêketin bi karwanekî wesayîtan di ser Ranyayê re xwe gihandin Mexmûrê. Roja 9’ê Tebaxê jî hêzek mezin a gerîla gihişt Kerkûkê. Di dema hatina konvoya hêza gerîla de, li hemû bajarok û navçeyên Başûr, gel daketin ser cadeyan û bi dilgermiyek mezin gerîla pêşwazîkirin.

Bi dirêjahiya şerê DAIŞ’ê ji Gulale ta Şengalê gerîlayên PKK’ê çeperên xwe bernedan. Di rizgarkirina Gulale, gundên başûrê Kerkûkê, Daquq, Mexmûr û Şengalê de rola pêşeng lîstin. Ji bo parastin û rizgarkirina van deveran bi sedan şehîd dan.

Roja 13’ê Tebaxa 2014’an de Mesûd Barzanî çû Mexmûrê û serdana gerîlayên PKK’ê kir. Li wê derê Barzanî ji bo bi hewarçûna gerîla, spasiya gerîla kir.

Heft sal derbasbûn, lê niha heman PDK dor li hêzên gerîla digre, êrişê gerîla dike û gerîlayan şehîd dixe. Ji gerîla re dibêje ji Başûrê Kurdistanê derkevin herin Bakurê Kurdistanê.

Lê divê were zanîn PKK kengî û çawan hatiye Herêma Kurdistanê? Heta niha PKK’ê û PDK’ê ji bo hatina hêzên gerîla li Başûr çar li hevkirin îmze kirine. Ev lihevkirin jî wihane;

Di sala 1982’an de Mesûd Barzanî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Suriyeyê lihevkirin daku gerîla li deverên sinorî yên Başûrê Kurdistanê baregehên xwe avakin.

Di heman salê de yekem qonaxa derbasbûna hêzên gerîla ji bo Xakûrk, Lolan û Xinêrê destpêkir û gerîla li wan deveran bi cih bûn.

Di sala 1992’an de jî PDK û YNK’ê li mala Kerîmxan Biradostî li Sîdekan li gel PKK’ê di civin. Lihevkirinek îmze dikin daku gerîla li Qendîl û Zelê bi cih bibin. Sekreterê Hizba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmud jî li ser vê lihevkirinê dibêje, “PKK bi xwe nehatiya Herêma Kurdistanê, ew bi wesayîtên hikûmeta Herêmê derbasî wan deveran bûne.”

Carek din di sala 1995’an de PKK û PDK li hevkirinek din îmze dikin, li gorî vê li hevkirinê hêzên gerîla li herêma Heftenîn, Zap û Xakurkê bi cih dibin.

Lihevkirina çarem a PKK’ê û PDK’ê di sala 2013’an de pêkhat. Wê demê ji bo pêşxistina pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê, PKK’ê hêzên xwe ji Bakur derbasî Başûrê Kurdistanê kir.

Li ser vê lihevkirinê Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murad Karayilan gotibû, “Piştî lihevkirina me û pêxistina şewqa kesk a PDK’ê, hêzên me berbi Başûr ve vekişiyan.”

Niha jî PKK li gel dewleta Tirk a dagirker li herêma Zap, Metîna û Avaşîn di nava şerekî dijwar de ye. PDK jî piştve dixwaze dor li gerîla bigre û eniyek din a şer li dijî PKK’ê veke. Heta PDK gerîlayan wek hêza dagirker bi nav dike. Yanî mirov dikare niha vê pirsê bike, Çima hewariyê duh bûye dijminê îro?

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv