Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêxistineke hiqûqî: Qetilkirina zarokekî û kalemêrekî li Kîmarê bi fermana MÎT`ê pêk hat 29.11.2020

Berdevê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê destnîşan kir ku yên ku zarok û sivîlê temenmezin li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê kuştine, bi fermana îstixbarata dewleta Tirk kar dikin û da zanîn ku “Ev sûcek, bi zanabûn e.”

Çeteyên qaşo bi navê Firqet El-Hemzat ên girêdayî îstixbarata dewleta Tirk a dagirker, roja îna borî sûcekî din ê hovane li dijî şêniyên Efrînê pêk anî. Çeteyan zilamekî 70 salî û zarokekî 14 salî ji gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê qetil kirin.

Her wiha çeteyan gule li ciwanê bi navê Mesûd Mecîd barandin û ji lingê xwe birîndar bû. Piştre ber bi cihekî nediyar ve birin.

ZAROKÊ 14 SALÎ BI 40 GULEYAN QETIL KIRIN

Ji dîmenên ku ajansa me bi dest xistin, diyar dibe ku zarokê bi navê Hemo Cengîz bi 40 guleyan hatiye qetilkirin.

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku çeteyan yekser bi fermana îstixbarata dewleta Tirk ev sûc pêk aniye û got: “Ev sûcekî bi zanabûn e.”

Her wiha Şêxo da zanîn ku li herêma navborî, ji ber ku baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker û navenda îstixbarata MÎT`a Tirk lê ne, tevgerên dagirkeriyê zêde bûne.

Şêxo ev agahî jî parve kirin: “Li gorî hinek çavkaniyên taybet ên ji gund, çeteyên Hemzat, Ebdulrehman Hemo beriya mehekê ji qetilkirina wî revandine, ji bo serbestberdana wî fîdye xwestine û îstixbarata Tirk ew gelekî tengav kiriye. “

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv