Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêxistina ACCP a Ganayi jî tevlî kampanyaya azadiya Rêber Apo bû 06.02.2021

 

“DEMA AZADIYA RÊBER APO HATIYE”
RÊXISTINA ACCP A GANAYÎ JÎ TEVLÎ KAMPANYAYÊ BÛ

Rêxistina Yekîtiya Projeya Civakî ya Xuliqkar a Ganayî nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyî Yekbûyî re şand û piştgiriya xwe ji kampanyaya ji bo azadiya Rêber APO hatiye destpêkirin re ragihand.

ACCP ku ji sala 2013’an û vir ve xwedî statûya Konseya Sosyal û Aborî ya Neteweyên Yekbûyî ye.

ACCP’a ku li Gana û welatên Togo yên Rojavayê Efrîqayê projeyan birêve dibe, ragihand ku tevlî kampanya “Dem hatiye; Ji Ocalan re azadî” dibe.

Serokê ACCP’ê John Nana Yaw Okyere li ser navê rêxistinê ji Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Gûterres re nameyaek şand.

John Nana Yaw Okyere di nameya xwe de balê dikşîne girîngiya azadiya Rêber APO û wiha got:

“Lîderê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan zêdetirî 20 sal in di nava tecrîdekê de tê ragirtin. Birêz Ocalan ji aliyê bi milyonan Kurd ve weke nûnerekî rewa tê qebûlkirin. Bêgûman mûxatabekî bi bandor û rûmet ê aştiyê ye. Azadiya lîderê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd xwedî wateyeke jiyanî ye.”

Di nameyê de Serokê ACCP’ê John Nana Yaw Okyere vê bangê li Neteweyî Yekbûyî dike.

” Ji bo serbest berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rica ji Sekreterê Giştî yê Neteweyî Yekbûyî dikin ku hemû erka xwe bikar bîne. Di vê mijarê de ji bo Desteya Giştî ya Neteweyî Yekbûyî hevdîtinên aştiyê hesan bike, vedixwînin ku bikeve nava hewldanan, Tirkiye jî berpirsyariyên xwe yên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de rêz bigire.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv