Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rewşa Siyasetvan Aysel Tugluk Giran e

 

Aysel Tugluk yek ji kesayetiyên girîng yên siyaseta kurdan e li Tirkiyê, îro li zîndanê giran nexweş e.
Qismekî mezin yê hafiza xwe wenda kiriye. Li gorî raporên doxtoran, êdî ew pêdiviya xwe bi tena serê xwe nikare bine cîh.
Saziyên Sivîl, gelê kurd dixwazin Aysel Tugluk were berdan.
Parêzera wê Reyhan Yalçindag diaxive

REWŞA SIYASETVAN AYSEL TUGLUK GIRAN E
REYHAN YALÇINDAG: HER KÊLIYA KU DIÇE REWŞA WÊ GIRANTIR DIBE

Siyasetmedar û jina berxweder Aysel Tûglûk ev 5 salin li zîndana Kandirayê de dîl tê girtin.

Nexweşiya wê her diçe giran dibe.

Dewleta tirk ne wê berdide û ne jî derman dike.

Parêzera Aysel Tugluk, Reyhan Yalçindag axivî û diyarkir ku her kêliya diçe rewşa wê girantir dibe.

Parêzer bal kişand ser nexweşiyên wê û wiha got;

Dema di zindanê de bû dayika xwe winda kir û êrişî cenazeyên dayîka wê kirin.

Piştî êrişa nijadperestan a li dijî cenazeyê rewşa wê girantir bû û ev bû sebeba nexweşiya ji bîrkirinê pêre çêbibe.

Serlêdanên ji bo berdana wê hemû hatin redkirin.

Tevî gotina doktorê wê “nikarê bi tena serê xwe bijî jî” neyê berdan.

Ê mê heta dawî doza wê bişopînin.

REWŞA SIYASETVAN AYSEL TUGLUK
JINÊN DERSIMÎ: DIVÊ DEMILDEST WERE BERDAN

Jinên Dersîmî jî daxwaza berdana Aysel Tugluk kirin.

Cîgira Şaredara Dersimê Canan Ay, diyar kir ku tevî mafê dermankirina girtiyên nexweş jî, pêknehatina vê, modela îşkenceyê ye û got;

Di nava hefteyekê de agahiya mirina 4 girtiyên siyasî hat.

Ev ne rasthatineke.

Bi Aysel Tûglûk re em dixwazin girtiyên nexweş serbest bên berdan.

Rêvebera EMEP’ê ya Dersîmê Elîf Ozer jî bi van gotinan daxwaza berdana siyasetmedara kurd kir;

Ew nikare pêdeviyên xwe bi cîh bîne.

Tevî ku doktor dibêjin nikare li girtîgehê bimîne jî saziya tiba Edlî desturê na de.

Ev bêhuquqî ye.

Seroka Şaxa DÎSK’ê ya Dersimê Şukran Yilmaz û Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dersimê Yasemîn Söylemez jî xwestin Aysel Tugluk bê berdan.

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv