Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rewşa Siyasetmedar Aysel Tugluk

 

Rewşa Siyasetmedar Aysel Tugluk her ku diçê girantir dibe.

Li Şirnexê ji bo serbesberdana wê daxuyaniyek hate dayîn.

Her wiha êvarê jî jinên Stenbolê dadikevin qadan.

REWŞA SIYASETMEDAR AYSEL TUGLUK:
JINAN JI SILOPYA BANG KIRIN: AYSEL TUGLUK NE BI TENÊ YE.

Siyestmedara Kurd Aysel Tugluk di zindana Kandira ya Kocaelî tê ragirtin.

Ew jî di nava bi hezaran girtiyên nexweş de cih digire û ev demeke reşwa wê giran e.

Tevî bangan û raporên “nikare li zindanê bimîne” jî nayê berdan.

Jinên Silopiyayê bi daxuyaniyekê xwestin Aysel Tugluk demildest were berdan.

Li ser navê jinan Hevseroka navçeyê ya HDP’ê Sabuha Akdag daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de rewşa Aysel Tugluk hat bibîrxistin û wiha hate gotin;

Aysel Tugluk bi salane li dijî hemû zext û zordariyê têdikoşe.

Ew ne bi tenê ye.

Li pişt wê rêxistinbûneke xurt a jinan heye.

Bi têkoşîn û berxwedana xwe em ê jinên dîl ên siyasî û di serî de girtiyên nexweş ji zindanan derxin.

REWŞA SIYASETMEDAR AYSEL TUGLUK:
ÎRO JINÊN LI STENBOLÊ SAET 19:30’AN JI BO AYSEL TUGLUK DADIKEVIN QADAN.

Îşev jî ji bo Aysel Tugluk û Garibe Gezer jin li Stenbolê dadikevin qadan.

Jin wê seat 19:30an li qada Kadikoy, li ber operaya Sureya li hev kom bibin.

Rêxistina Jinan bi daxuyaniyeke bang li jinan hemuyan kir da ku li dijî faşîzmê dakevin qadan.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv