Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rewşa girtiyên nexweş: Girtî nayên tedawî kirin û bi dest mirinê ve tên berdan

 

REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
GIRTÎ NAYÊN TEDAWÎKIRIN Û BI DEST MIRINÊ VE TÊN BERDAN

Dewleta dagirker a Tirk girtîyên siyasî tedavî nake, wan îzole dike û bi dermanên şaş an jî ameliyatên xelet wan seqet dihêle.

Li gorî raporên ÎHD’ê di serdema desthilatiya AKP’ê de li girtîgehên dewleta tirk herî kêm 3 hezar 584 girtiyên nexweş ji ber xemsariya dewletê jiyana xwe ji dest dane.

605 jê nexweşên giran, hezar û 604 girtiyên nexweş hê jî li zindanan tên ragirtin.

Bo nimûne, Abdullah Onxulu 27 sal in girtî ye û niha di rewşeke nexweş de li zindana Afyonê tê ragirtin.

Onxulu yek ji wan girtiyane, ji ber nehatiye tedawî kirin hem ji pişt û stuyê xwe fitiqe, çavekî wî nabîne û guhekî wî nabihîse.

Lingekî wî jî ji ber van nexweşiyan ji sedî 90 pûç bûye.

Birayê Abdullah Onxulu, Mehmet Onxulu diyar kir ku rewşa birayê wî roj bi roj girantir dibe û daxwaz kir ku birayê wî were berdan.

Mehmet Onxulu got, birayê min dema hat girtin 40 roj di êşekencê de ma û bedena wî di zindanê de ji hev ketiye.

Em ji rewşa tenduristiya wî fikaran dikin û tenê dixwazin were berdan da ku li derve bê tedawîkirin.

Hevserokê MED-TUHAD-FED’ê Ahmet Doxan jî têkildarî rewşa girtiyan ji ajansa ANF’ê re axivî.

Dogan diyar kir ku saziyên serbixwe jî di bin bandora desthilatiyê de ne, ji ber ku raporên ku em li saziyên taybet û serbixwe digrin tiştên berevajiyê saziyên dewletê dibêjin.

Hevserokê MED-TUHAD-FED’ê desnîşan kir ku saziyên dewletê polîtîk tevdigerin; divê saziyên sivîl li hev bicivin û ji bo çareseriyeke encamgir bikevin tevgerê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv