Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
17:00 Nûçe

Rewşa dawî ya aloziya di navbera Îran û Emerîkayê

 

Rageşiya di navbera Îran û DYE’yê de 

Piştî kuştina generalê Îranê Qasim Silêmanî ya bi fermana Serokê DYE’yê Donald Trûmp rageşiya rû dayî didome. YE’yê bang li aliyan kir ku bi ‘xwînsarî’ tevbigerin, Parlamentoya Iraqê jî li ser mijarê wê sibe kom bibe.

ELMANYA PERWERDEHIYA LEŞKERÎ YA LI IRAQÊ RAWESTAND

Li gorî ajansa Elman Dpayê artêşa Elman perwerdehiya leşkerî ya li Iraqê li aliyê Bundeswehrê ji bo demekê rawestandiye. Her wiha koalîsyona dijî DAÎŞ’ê jî biryareke wiha standiye û bi armanca ‘parastina leşkeran’ e.

LI SER KOMA ALÎGIRÊ ÎRANÊ BIRYARA GUŞARÊ

Wezareta Karê Derve ya DYE’yê daxuyanî da û diyar kir li ser Tevgera Asaîb Ehl El Heq, ku di bin banê Heşdî Şebî de ye û nêzî Hêza Qudsê ye biryara guşarê hatiye standin. Wezaretê diyar kir koma bi pêşengiya Kays el Xezalî û lîderên wan hevalbenên Îranê ne û li ser navê Tehranê çalakiyên ‘teror û tundiyê’ dikin. Di daxuyaniyê de hate gotin rêveberiya Tehranê ji bo dawî li serweriya Iraqê bîne van rêxistinan bi vê armancê bi kar tîne û rêxistina Asaîb Ehl el Heq ji 2006’an û vir ve li dijî hedefên Emerîkî ji 6 hezarî zêdetir êrîş anîne.

TRÛMP: JI BO KU EM PÊŞÎ LI ŞER BIGIRIN EM TEVGERIYAN

Trûmp got ew ne alîgir in ku bi Îranê re şer bikin û domand, ”Ji bo ku em şer bi dawî bikin em tevgeriyan, ne ji bo ku em şer bidin destpêkirin”. Trûmp her wiha got welatê wî bi welatên din re ‘aştî, hevkarî û dostaniyê’ dixwaze.

TEVDÎRÊN EWLEHIYÊ HATINE JIDANDIN

Piştî kuştina Silêmanî DYE’yê duh ragihandibû ku wan 3 hezar û 500 leşkerên din şandina Rojhilata Navîn.
Tê gotin li gelek bajarên DYE’yê bi fikara êrîşên terorî tevdîrên ewlehiyê hatine jidandin, Şaredarê New Yorkê Bîll de Blasîo got, li dijî êrîşeke pêkan wan alarm dane.
Lê Wezareta Navxwe ya DYE’yê bi daxuyaniyekê diyar kir li ser welatê wan, ‘tehdîdeke cidî’ nîne.

YE BANG LI ALIYAN KIR
Di daxuyaniyên de ku ji hêla YE’yê ve hatin dayin, bang li aliyan hate kirin ku bi ‘xwînsarî’ tevbigerin. Komîserê ji karên derve û berevaniyê berpirs ê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell bang li hemû aliyan kir ku bi ‘berpirsyarî tevbigerin”.
Borrell got, ”Krîzeke dî dibe ku hemû hewldanên bi salan ên ji bo baramiya Iraqê bixin talokeyê”.

PARLAMENTOYA IRAQÊ SIBE KOM DIBE

Hate ragihandin Parlamentoya Iraqê sibe bi mijara kuştina Silêmanî kom dibe. Serokwezîr Adil Evdil Mehdî xwestibû ku parlamento bi ‘rojeva taybet’ kom bibe. Evdilmehdî gotibû êrîşa li ser Silêmanî êrîşa li ser serweriya dewleta wan e.

Ev jî hatin dîtin

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

18:00 Dengûbas

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv