Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêveberiya Xweser: PDK’ê xwest dibin navê hilbijartinê de baregehên xwe li Şengalê veke

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê destnîşan kir, hewldana PDK’ê ya duh ku dixwest bi hêzên çekdarî derbasî Şengalê bibe, bi armanca hibijartinan nebû û PDK’ê xwestiye dibin navê propagandaya hilbijartinan de derbasî Şengalê bibe û baregehên xwe veke.

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser hewildan PDK’ê ku dixwest bi hêzên çekdarî derbasî Şengalê bibe, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî li bajaroka Sinunê ya Şengalê bi beşdariya rayedarên Rêveberiya Xweser, endamên Desteya Serokeşîran a Şengalê hat dayîn.

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokartîk a Şengalê Merwan Bedel daxuyanî xwend û bal kişand ser  peymana 9’ê cotmehê ku di sala 2020’an de ji aliyê hikûmetên Bexda û Hewlêrê ve dijî Şengalê hatibû îmzekirin. Merwan Bedel da zanîn ku piştî peymana 9’ê Cotmehê hewildanên PDK’ê ji bo derbasbûna Şengalê zêde bûne, lê ev hewildan vala hatine derxsitin.

’20 rojbûn ev hewldan di rojevê de bû’

Merwan Bedel bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê ya li Iraqê û destnîşan kir ku PDK dixwaze bi hinceta hilbijartinê hêzên xwe bîne Şengalê. Bedel wiha dom kir: “Niha li  Şengalê mijara hilbijartin û propagandayê heye. Heta neha li Şengalê rê li ber tu kesî nehatiya girtin ku propagandaya xwe neke. Mijara duh (2 cotmeh) li Şengalê derketî ku rê li ber şandeya PDK’ê hatiya girtin, beriya 20 rojan di rojevê de bû. Dixwestin endamên leqa 17’an a PDK’ê vegerînin Şengalê. Berpirsê vê leqê Aştî Koçer e. Hewldanên vegerandina vê leqeyê jî bendek ji yên peymana dijî Şengalê bû.”

‘Me hişyarî dabû’

Bedel diyar kir ku ew wek Rêveberiya Xweser vê siyaseta li dijî gelê Êzidî tê meşandin, bi tu awayî qebûl nakin. Merwan Bedel da zanîn ku beriya hêzên PDK’ê hewl bidin bikevin Şengalê, wana pêwendî bi rayedarên PDK’ê re çêkiriye û hişyarî daye ku derbasî Şengalê nebin.

Merwan Bedel anî ziman ku PDK’ê hişyariya wan li ber çavan negirtiye, mijara hilbijartinan ji xwe re kirine hincet û xwesetine di çarçoveyek qanûnî û di bin navê propagandaya hilbijartinê de derbasî Şengalê bibin. Pişt re jî mizaregehên Êzidiyan ji xwe re bikin bareghên hizbî.  Bedel da zanîn ku beriya niha şandeyek oldarên Êzidiyan a payebilin xwestibû derbasî mizargega Şerfedîn bibe, lê rayedarên PDK’ê rê nedan ku ew şande derbas bibe û wiha dom kir:  “Lê ji bo kesekî wek  berpirsên leqa 17’ê wê mizargehê dikin navend û  baregehek. Me jî ev yek qebûl nekir û em li dijî derketin.”

‘Hêzên wan amade bû ku derbasî Şengalê bibin’

Bedel diyar kir ku derket holê di nava PDK û Iraqê de  lihwevkirin heya û got: “Me ji Iraqê re  jî got ku ev yek nayê qebûlkirin û lê rayedarên Iraqê hatina hêzên PDK’ê di bin navê propagandaya hilbijartinan de wekî qanûnî didît. Belê li vir dibêjin ‘Çima rê danin namzetên me propagandaya xwe bikin. Eger bi rastî jî pêvajoya hilbijartinan li herderê bi awayekî demokratîk birêve diçe, em jî eşkere dikin ku tu kes wek me demokarsiyê nas nakin. Madem ew nahêlin partiyên me yên Êzidiyan li wir  kar û xebat bikin, em ê jî rê nedin wan. Lê tu eleqeya hatina wan bi hilbijartinan nebû, dixwestin bargehên xwe li vir vekin. Hêzêke mezin ji pêşmergeyên wan jî amade bûn ku derbasî Şengalê bibin.”

Merwan Bedel da zanîn ku Şengalê xwediyên xwe hene û got: “Em didin diyakirin ku ev der Şengalê, pêwîst e herkes zanibe ku Şengal ne bê xwedî ye.”

Piştî daxuyaniyê Merwan Bedel pirsên rojnamevan jî bersivanidin û got : “ Her hewldanek wan hebe bê rêkeftin emê qebûl nekin derbasî Şegalê bibin û emê heta dawî Şengal û Êzidxanê biparêzin.”

Duh çi bibû?

Duh (02 cotmeha 2021) hêzek mezin a çekdarên PDK’ê bi hevkariya artêşa Iraqê hewl dan ku derbasî Şengalê bibin. Li gel van hêzên 2 namzetên parlamenteriyê yên PDK’ê jî hebûn û îdîa kirin ku ji bo propagandaya hilbijartinê hatine wir. Lê gelê Şengalê nerazîbûnek tund nîşan da û diyar kirin ku ev qas hêzên leşkerî ji bo hilbijartinê nayên, lewma destura wan nedabû. Li ser nerazîbûna gel, hêzên PDK’ê paşve vegeriyan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv