Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêveberiya Xweser li Hesekê projeya avê pêş dixe 25.02.2021

 

DEWLETA TIRK AVA VEXWARINÊ LI SER MIROVAN QUT DIKE
RÊVEBERIYA XWESER LI HESEKÊ PROJEYA AVÊ PÊŞ DIXE

Dewleta Tirk, tevî deh hezaran çete 9’ê Cotmeha sala 2019’an êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kir..

Ev tevgera dagirkeriyê bi destûra Amerîka û Rûsyayê pêk hat..

Di vê tevgerê de navenda ava vexwarinê ya Alok ku girêdayî Serêkaniyê ye ket bin dagirkeriya Tirk û komên çete…

Û ji wê demê ve Tirkiyê bi siyaseta avê gefê li gelên herêmê dixwe..

Lewma ji ber astengkirina xebatên navenda Alok, bêtirî mîlyon û 500 hezar kes li herêma Hesekê bê av mane..

Tevî ku Amerîka û Rûsya xwe weke garantor diyar kirin jî lê heta niha li hemberî qutkirina ava vexwarin û berdewamiya êrişên li Eyn Îsa û Til Temirê, ti helwest nîşan nedane..

Ne tenê ev herdû welat, hêzên cîhanî û saziyên mirovî jî li hemberî vê aloziya mezin xwe li bê dengiyê danîne..

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî hemû derfetên xwe seferber kirin..

Ev demeke li Başûrê Hesekê projeya ava vexwarinê birêve diçe..

Li gorî rêveberên projeyê, xebatên bicihkirina lûleyên avê temam bûne..

Mudûrê yek ji stasyonên projeyê, Silêman Xelîl li ser rewşa xebatên xwe ev agahî dan:

Ji bo ava Firatê bighêje bajarê Hesekê, Rêveberiya Xweser di nava hewldanên girîng de ye.

Bi taybet jî bi êrişa dagirkeriya Tirk kontrolkirina wê ji stasyona Alok re. Tirkiyê gelek caran ava vexwarinê li ser mîlyon û nîv mirovî qut kir.

Niha em li hera 47’an xebatên xwe dewam dikin da ku av bigêje bajarê Hesekê.

Yek ji rayedarên jin ên projeyê jî ev agahî parve kirin:

Em niha li ser 4 projeyan dixebitin. Elektrîk, rê û navendên avê yên Alwar û herêma 47’an.

6 motorên me ên sondajê hebûn. Me ew tamîr kirin. 10 rojên din wê ji bo kar amade bin.

Li gorî rayedaran, projeya veguhestina ava vexwarinê ji bo gelên Hesekê, wê Nîsana îsal bidawî bibe..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv