ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK
RÊVEBERIYA XWESER: EM Ê BI HEMÛ HÊZA XWE DESKETIYÊ XWE BIPARÊZIN
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heqê êrişên dagirkeriya tirk de daxiyanî da.
Rêveberiyê bang li hikumeta Şamê, Amerîka û Rûsyayê kir ku bi lez helwestên xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê diyar bikin.
Rêveberiyê destnîşan kir dewleta tirk ji bo berfihkirina qadên dagirkirî êrişan dike û wiha hat gotin:
Êrişên dawîn ên dewleta Tirk ên li dijî Minbicê, Til Temirê û gundewarê wê û heta herêmên Qamişloyê niyeta wê ya têkbirina ewlekariya herêmên me eşkere dikin.
Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze careke din derfetê bide ku DAIŞ vegere.
Em bang li saziyên navnetewî û hiqûqî û Koalîsyona Navnetewî û Rûsyayê dikin ku li herêmê hêzeke garantor e, li himberî êrişên bi zanebûn ên dewleta Tirk helwesta xwe zelal bikin.
Ev êriş, aloziya Sûriyê kûrtir dikin, projeyên dagirkeriyê pêş dixin û herêmê ber bi parçebûnê ve dibin.
Dewleta tirk bi vî awayî di warê herêmî û navnetewî de gefa vegera DAIŞ’ê dixwe.
Dewleta Tirk bi rêya van êrişan hewl dide şertûmercan ji vegera DAIŞ’ê re peyda bike.
Rêveberiyê bang li pêkhateyên li herêmên xweser jî kir:
Em bang li gelê xwe dikin ku li destketiyên şehîdan xwedî derkevin, çi li hundir çi jî li derve xwepêşendanan li dar bixin û êrişên dewleta Tirk şermezar bikin.
Em soz didin ku bi hemû hêza xwe li hemberî van êrişan em ê erk û berpirsyariyên xwe bînin cih, ewlekariya gelê xwe û destketiyan biparêzin.