Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêveberiya Xweser a Şengalê: ‘Divê êdî her kes li hemberî polîtîkayên PDK’ê helwest nîşan bide’

 

RÊVEBERIYA XWESER A ŞENGALÊ:
DIVÊ ÊDÎ HERKES LI HEMBERÎ POLÎTÎKAYÊN PDK’Ê HELWEST NÎŞAN BIDE

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de kiryarên dewleta Tik yek bi yek hatin bi bîrxistin û wiha hat gotin:

Dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan serî li her rê û rêbazê dide.

Êrişî nexweşxaneyan dike, li dijî gerîla û gelê me gazên bi jehr û kîmyewî bi kar tîne.

Bajarên me bombe dike, çiya û xwezaya Kurdistanê talan dike..

Rêveberiya Xweseriya a Şengalê îşaret bi hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî kir û ev pirs kirin.

Gelo çima PDK ser sûcên dewleta Tirk digire û êrişî gerîlayên parastina Kurdistanê dike ?

PDK di berdela çi de ewqas ji dewleta Tirk re dibe alîkar ?

Ji bo çi li ser Şengalê şerekî bi sîxur, fesadî û bêbextiyê dike û êrişên dijminan rewa dibîne ?

Rêbeveriya xweser a Şengalê da zanîn tu hêz nikare li hemberî berxwedana gelan rawestê û ev bang kir.

Me berê jî got û em niha jî dibêjin, em çiqas berdêlên giran jî bidin, em rê nadin ku dijmin bigihîjin armancê xwe.

Em bang li hemû Kurdên welatparêz, pêşmergeyên xwedan wijdan, partî, rewşenbîr, jin û ciwanan dikin:

Li hemberî van kiryarên PDK’ê xwedî helwest bin û rê lê bigrin

Ji polîtîkayên PDK’ê re bêjin ‘Êdî bes e’

Divê destûr neyê dayîn, PDK axa Kurdistanê teslîmê dagîrkeran bike..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv