Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêveberiya Xweser a Şengal: PDK bi hêzên çekdar dixwaze bikeve Şengalê, em rê nadin!

Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand ku PDK’ê bi hêzên çekdarî dixwaze bikeve Şengalê û got: “Em ji raya giştî re îlan dikin, eger hêzên çekdarî yên PDK’ê werin Şengalê em ê qebûl nekin, li ber xwe bidin û xwe biparêzin..”

Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyeke lezgîn di derbarê hewldanên çekdarî ên PDK’ê yên li hemberî Şengalê de da.

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku di demên dawî de hin agahî ketine ber destê wan ku wê PDK bi hêzeke çekdarî hewl bide bikeve Şengalê. Rêveberiya Xweser vê hewldanê wekî provokasyoneke binav kir û got ew ê li ber vê hewldanê bêdeng nemînin, dagirkirina Şengalê bi tu awayî qebûl nakin û ew ê mafê parastina rewa heya dawiyê bikar bînin.

Rêveberiya Xweser her wiha bang li hikumeta Iraqê jî kir ku li hemberî vê hewldana provokatîf a PDK’ê bi erka xwe rabe.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha ye:

“Di demên dawî di hin agahî ketin ber destê me ku PDK bi hêzên leşkerî dixwaze were Şengalê, provokasyonan çêbike û gelê me li hemberî hev rabike.

Em Rêveberiya Xweser a Şengalê, vê gava ku tê xwestin bê avêtin, gelekî xeter dibînin. Em hişyarî dikin ku raya giştî li hemberî provokasyonê bê deng nemîne. Wek tê zanîn li Iraqê em di pêvajoya hilbijartinê de ne, ji bo hilbijartin bi rengekî demokratîk û azad pêk were, wek Rêveberiya Xweser erkên ku ketin ser milê me, me pêk anî. Em ji bo pêşeroja Iraqê û gelê Êzidî pir girîng dibînin li Şengalê heya niha û bi taybetî ji sala 2017’an ve tu rûdanên cûda çênebûye, ewlekariya Şengalê baş e û di pêvajoya xebatê hilbijartinê de heya niha gelek demokratîk û bi ewle xebat têne meşandin. Îspatekî vê jî ku Babê Şêx hat serdana Şengalê, mal bi mal geriya, gel jî bi coşeke mezin pêşwaziya wî kirin. Bi dilekî rehet û bi ewle serdana gelê xwe kir.

‘EV PROVAKASYONA E’

Di hefteya dawî ya hilbijartinê de, ji hêla PDK’ê ve anîna hêza çekdar li Şengalê provokasyon e, tevlihevî avakirin e! Derket holê ku di vê hilbijartinê de berendamê PDK’ê bi giştî û li Şengalê bi ser nakevin û tê xuyakirin di nav partiya wan de pirsgirêkên cidî hene. Dixwazin vê binkeftina xwe bi şer, pevçûn û provokasyonan veşêrin!

‘EM ÇEKDARÊN PDK’Ê QEBÛL NAKIN, EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Em ji raya giştî re îlan dikin, hêzên çekdar ên PDK’ê ger werin Şengalê em bi tu awayî qebûl nakin! Em ê li hemberî wan berxwedaneke mezin bikin, em vîna gelê xwe binpê nakin. Pêwîst e bê zanîn ku çi êrîş li ser gelê me were, em ê mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin! Em dagirkirina Şengalê qebûl nakin. Yên ku bûne sebeba fermanê ne mimkun e ku em qebûl bikin! Em dixwazin bidin diyarkirin ku li Şengalê tevlÎhevî çêbibe, berpirsyarê vê wê PDK be. Em bang li Iraqê jî dikin ku bi berpirsyartiya xwe rabin û ji bo provokasyon û zilma li ser gelê Êzidî rê nedin!”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv