RÊVEBERÊ BERÊ YÊ PDK’Ê ÎSMAÎL ELÎ ÎSMAÎL:
DIVÊ HERKES ZANIBE DEWLETA TIRK NABE DOST
Pêşmerge û rêveberê berê yê PDK’ê Îsmaîl Elî Îsmaîl têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk û êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ji ajansa ANF’ê re axivî.
Îsmaîl Elî got, êrişa dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê êrişên dagirkeriyê ne.
Îsmaîl Elî xwest Parlamenta Kurdistanê li dijî van êrişan rabe.
Îsmaîl Elî destnîşan kir ku êdî gelê Kurd dizane kî xiyanetê dike û kî şoreşê dike
Rêveberê berê yê PDK’ê Îsmaîl Alî Îsmaîl li dijî dagirkeriya dewleta tirk banga yekîtiyê kir.