NASKIRINA “QIRKIRINA ÊZÎDIYAN”
RÊVEBERIYA XWESER: DIVÊ XWESERIYA ŞENGALÊ JÎ BÊ QEBÛLKIRIN
Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser biryarên Parlementoyên Belçîka û Hollandayê got, hê jî êşa fermana 3’yê Tebaxa 2014’an dewam dike.
Biryarên naskirina qirkirinê girîng in.
Bi navê Rêveberiya Xweser em spas dikin û hêvî dikin, ku welatên din jî xwedî heman biryarê bin… Bi taybet jî Neteweyên Yekbûyî.
Rêveberiya xweser xwest ev biryar tenê li ser qaxizê nemînin û di warê pratîkî de jî ji bo kewandina birînan, diyarkirina aqûbeta bi hezaran Êzîdiyên revandî û winda kar û xebat li ser bê kirin.
Rêveberiya Xweser îşaret bi xalên ji nû ve avakirina Şengalê yên di biryaran de kir û got, tenê ava kirin têrê nake.
Pêwîste Şengal weke herêmeke xweser di asta navneteweyî de bê naskirin û qebûlkirin.