Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêber Apo: Xeta sêyemîn serbixwe ye, azadî û demokrasiyê digre nava xwe 22.09.2020

 

RÊBER APO Û XETA SÊYEMÎN
“XETA SÊYEMÎN SERBIXWE YE, AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ DIGRE NAVA XWE”

 

Rêber Apo ji bo çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn di xeta sêyemîn de israr dike.

Ev xeta sêyemîn çi ye û xizmeta çi dike ?

Rêber Apo tîne ziman ku Rojhilata Navîn di nava agir de ye û çareseriya wê jî divê qewîn be, ev yek jî xwe dispêre hêza gel û têkoşîna wan a xeta sêyemîn.

Rêber Apo ji sala 2004’an ve di nivîs û hevdîtinan de li ser xeta sêyemîn nirxandinan dike.

Xeta sêyemîn jî dispêre lêgerîna gelan a ji bo demokrasî û azadiyê.

Rêber Apo dibêje di bingeha xeta sêyemîn de civak heye û wiha tîne ziman;

Xeta me, ya sêyemîn e. Ango xeta me diyar e. Serbixwe ye, azadî û demokrasiyê digre nava xwe. Sînoran esas nagre. Di pirsgirêka Kurd de jî sê rê hene. Ya yekemîn polîtîkaya înkar û îmhayê ye. Ya duyemîn Kurdistanek biçûk ava bikin û Kurdan bi wê ve girê bidin. Yanî Xeyala Kurdistana mezin têk bibin. Bi vî rengî sed salê din Kurdan mijûl bikin. Kurdistaneke biçûk jî wê ji bo şerê xwe bi kar bînin. Xeta me ya sêyemîn çareseriyeke demokratîk tîne. Em qala komar, welat û civakek demokratîk dikin.

Rêber Apo ji bo xeta sêyemîn balê dikşîne ser hêza Kurdan û wiha dibêje;

Hêza Kurdan a polîtîk li Rojhilata Navîn, Ewrûpa û li qadên din girîng e. Ev hêz projeyeke tifaqa demokrasiyê ye. Yanî polîtîkaya dagirkeran a parçekirinê têk dibe. Gelan dike yek û wan tîne cem hev. Ev projeya me li dijî kapîtalîst û mêtîngeran alternatîfek e. Ji ber vê yekê ye ez îro bûme hedef û li Îmraliyê di tecrîdê de me.

Rêber Apo di hevdîtinên dawî de jî balê dikşîne ser aloziya li Rojhilata Navîn û danezana Mîsaki Mîllî bi bîr dixe;

Eger em bi Tirkiyê re li hev bikin wê ev yek bandorê li Sûrî jî bike. Çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê wê encamê ji bo Iraq, Îran, Sûrî û tevahiya welatên Rojhilata Navîn bîne. Em îro dibînin ku di bingeha pirsgirêkan de tawîzên ji bo Mîsaki Mîllî hene. Di sêgoşeya Tirkiye, Iraq û Sûrî de aloziyek heye. Bi nûjenkirina Mîsaki Mîllî û bi projeyên nû re çareserî pêk tê.

Rêber Apo tîne ziman ku Rojhilata Navîn di nava agir de ye û çareseriya wê jî divê qewîn be, ev yek jî xwe dispêre hêza gel û têkoşîna wan a xeta sêyemîn.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv