Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêber Apo: ‘Wê gelê Êzidî parastina xwe bi xwe bike, em ji bextê PDK’ê re nahêlin’

 

GELÊ ÊZIDÎ BI XWERÊXISTINKIRIN Û XWEPARASTINÊ BERSIVA KOMKUJIYAN DA
RÊBER APO: DÊ GELÊ ÊZIDÎ PARASTINA XWE BI XWE BIKE, EM JI BEXTÊ PDK’Ê RE NAHÊLIN

Faşîzma AKP-MHP’ê herî dawî bi planeke taybet nûnerê gelê Êzidî Seîd Hesen qetil kir.

Dûre jî bi balafiran êrişî nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê kir û di encamê de gelek wezîfedarên tenduristiyê û nexweşan jiyana xwe ji dest da.

Ev êriş weke berdewamiya êrişên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser Êzidiyan têndîtin.

Bêguman ev ferman hema wiha ji xweber nehat.

Dema hîna bi navê DAIŞ’ê rêxistinek çeteyan tinebû, Rêber Apo 28’ê Kanûna 2006’an di dema hevdîtina li gel parêzerên xwe îşaret bi geşedanên li Iraqê kiribû û gotibû:

”Piraniya Şengalê êzidî ne. Dibe ku bi komkujiyekê re rû bi rû bimînin, divê ji bo Şengal û Mexmûrê tevdîr bên girtin.

Lê di ser vê nirxandinê re hê salek jî derbas nebûbû, 14’ê Tebaxa 2007’an li sîba Şêx Xidir û Tilizêrê bi bombeyan êriş pêk hat.

Di êrişê de zêdetirî 700 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Vê carê Rêber Apo di hevdîtina 5’ê Îlona 2007’an de diyar kir ku ji ber Talabanî û Barzanî ji bo Êzidiyan pergalek parastinê çênekirin pêşî li komkujiyê vebû û got:

”Ne pêkan e ku civakeke bê pergala parastinê, karibe xwe biparêze…Heger tu pergala parastinê ava nekî, tu yê çawa gel biparêzî?..

Çima di warê ewlekariyê de tevdîr nayên girtin? Li Kerkûkê jî her roj komkujî çêdibin.

Heger derfetên parastinê ji bo gel bên peydakirin, dê nikaribin biçin gundan û bi wesaîtan çalakiyan bikin”.

Di 15’ê Tebaxa 2014’an de jî dema bi şandeya HDP’ê re hevdîtin kir Rêber Apo pir ev pirs û tesbît dikirin:

“Çima tiştên ku min salek berê li vir dîtin, nabînin?…

Siyaset, ew huner e ku nehêle ev tişt bên serê gel. Rêber, vê rewşê qebûl nakin.

Em ne vê komkujiyê ji bîr dikin, ne qebûl dikin, ne jî radibin hêsiran dibarînin.

Nirxandinên Rêber Apo bi van jî sînordar nema.

Di hevdîtina 14’ê Adara 2015’an a bi şandeya HDP’ê re îşaret bi ferzkirinên PDK’ê yên li ser Şengalê kir.

”PDKê Şengal hêla, Mûsil hêla, reviya çû…Gelê Êzidî hêja ye. Ez meclîsa wan pîroz dikim. Dê bi xwe xweparastina xwe bikin, em wisa ji bextê PDK’ê re nahêlin.”

Belê, gerîlayan û şervanên azadiyê tevî astengiyan jî gelê Êzidî ji bextê PDK’ê re nehiştin û pêşî li komkujiyên mezintir girtin.

Ji Şengalê heta Kobanê û Reqayê desthilatdariya çeteyên DAIŞ’ê li ser erdê nehişt.

Piştî vê yekê Rêber Apo di hevdîtina 5’ê Hezîrana 2019’an ya li gel birayê xwe Mehmet Ocalan kêfxweşiya xwe ya serkeftina li dijî çeteyan bi van gotinan anî ziman.

”Me ji Şengalê heta Reqayê li qadên komkujî pêk hatin, hêzên komkuj berteref kirin û me heyfa gelê Êzidî stend.

Lewma pir dilxweş im. Ez rêz û hurmetên xwe ji gelê Şengalê re dişînim. Bila êdî ne qilqilin. Bila avakirina jiyana xwe ya azad bidomînin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv