NIRXANDINA 15’Ê TEBAXÊ
RÊBER APO: DIVÊ GELÊ ME DI HER ASTÊ DE BEŞDARÎ VÎ ŞERÊ RIZGARIYA NETEWEYÎ BIBE
Min ji sifirê dest pê kir û piştî gihîşt qonaxeke ew çendî bi bandor, jixwe teqez e ku ez ê hîn serketîtir bi rê ve bibim.
Lê divê her kes vê yekê bizane, ku her çiqasî ev şerekî şexsî bû; êdî ev şer ji şexsîbûnê derket û veguherî şerê her kesî û we hemûyan.
Dîsa jî çi bikeve ser milên min ez ê bikim, hem jî ez ê balkêştir bikim. Lê bi min tenê ev kar nabe. Tenê bi serketina min jî nabe. Jixwe ez bi ser ketime.
Ez dixwazim; hûn tevahiya gelê me û di serî de jî partiya me, gelê bi rêbertiya wê û tevahiya dostên wê bi ser kevin.
Dîsa çi bikeve ser milên min, ez bikim… Lê hûn hemû jî li ser navê mirovahiyê û rizgariya neteweyî divê ya dikeve ser milên we bikin, da ku hûn xwe bigihînin jiyana layiqî xwe.
Berevajî wê jiyana we, ji efûkirinê dûr be.
Ez ji tevahiya gelê me re dibêjim, li cihê ku jiyana bi êş rojeke din li xwe zêde bike, rêya jiholêrakirina wê di her astê de beşdariya li vî şerî ye û biserxistina wê ya teqez e.