Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rayedarên YE’yê gotin wan bi Erdogan re ‘hevdîtinek dirust’ kiriye 07.04.2021

 

LÎDERÊN EWRÛPÎ BI ŞEFÊ FAŞÎST RE RÛNIŞTIN
RAYEDARÊN YE’YÊ GOTIN WAN BI ERDOGAN RE “HEVDÎTINEKE DIRUST(!)” KIRIYE

Serokên Konsey û Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê, li ser navê bîst û heft dewletên endam, li Enqerê bûn.

Ursula von der Leyen û Charles Michel, piştî hevdîtina xwe ya bi Erdogan re daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyanî ji naveroka hevdîtinê zêdetir, li ser sedemên hevdîtinê bû.

Lewra ji ber nermkirina danûstendinên xwe yên bi rejîma Erdogan re, Ewrûpî gelekî tên rexnekirin û beriya vê hevdîtinê jî ev rexne êdî gîhaştibûn lûtkeyê.

Li navenda van rexneyan, mijarên mafên mirovan û serweriya hiqûqê li pêş in.

Ji ber vê yekê jî herdu serokan, bi taybetî û bi dubareyî gotin ku mafên mirovan, demokrasî û huquq ji bo wan gelekî girîng e.

Seroka komîsona ewrûpî Ursula Van der Leyen, di daxuyaniya xwe de got, Ewrûpa dixwaze têkiliyên xwe bi Enqereyê re baş bike, lê hîn dem lazim e.

DÎWANA HEVSEROKATIYA KONGRA-GEL:
EWRÛPAYÊ DESTEK DA DESTHILATIYA LI BER HILWEŞÎNÊ YA AKP-MHP’Ê

Li Ewrûpayê gelek sazî û dezgeh tevî Parlemena Ewrûpayê serdan weke desteka rejîma Erdogan nirxandin û rexne kirin.

Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel jî bi sernavê ‘Rûyê rast ê Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê’ daxuyaniyek weşand.

Kongra Gel serdana lîderên ewrûpî weke desteka Yekitiya Ewrûpayê ji bo rejîma AKP-MHP’ê pênase kir û ev nirxandin kir:

Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê alîkarî dan faşîzma ku di nava krîzeke giran de ye.

Rejîma faşîst bi saya têkoşînê hem li hundir hem jî li derve qels û lawaz bûye.

Ev pêvajo pêvajoya hilweşîna faşîzmê ye.

Gelên ku ji bo demokrasî û azadiyê rabûne ser piyan, ti hêz nikare li pêşiya wan bisekine.

Hêzên demokrasiyê ger rê nedin AKP-MHP’ê, wê Ewropa jî neçar bimîne ku polîtîkayên xwe biguherîne.

Ji ber vê yekê, rêya yekane a pêşîgirtina li faşîzmê bilindkirina têkoşînê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv