RAPORA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ:
LEŞKERÊN TIRK LI EFRÎNÊ ÎŞKENCÊ DIKIN
“Li navendên îşkenceyê yên li Efrînê leşkerên Tirk jî hebûn”
Ev agahî di rapora dawî ya Neteweyên Yekbûyî de cî girt.
Rêxistina navneteweyî di rapora xwe ya derbarê Sûriyeyê de cî da zilm û zora li Efrînê jî.
Di belgeyê de, encamên hevpeyvînên bi kesên ji zilma dewleta Tirk reviyabûn cîh girt.
Şahidên bûyeran diyar dikin, li navendên îşkenceyê yên Efrînê leşkerên Tirk jî kar dikin.
Li gorî îfadeyan, car caran leşkerên dagirker tevlî çeteyan kesên girtî îşkence dikin.
Ciyên zindan û navendên îşkenceyê yên li Efrînê û bakurêrojavayê Sûriyeyê di harîteyeke herêmê de hatin nîşandan.
Di raporê de daxuyaniyên endamê Navenda Wîlsin, Amy Holmes jî cî girt.
Holms, par li ser rewşa Êzidiyan raporeke berfireh weşandibû.
Holms diyar kiribû, li Efrînê îbadetxaneyên Êzdiyan tên hilweşandin û gelek Êzdî tên revandin.
Herwiha Holms balê kişandibû ser valakirina Efrînê, û dewleta Tirk bi guherandina demografyayê sûcbar kiribû.