Komisyona Ewrûpayê, derbarê Tirkiyê de rapora xwe ya 2021’an weşand…rapor; zextên li ser HDP’ê û civakê, êrişkariya dewleta Tirk a li Lîbya û Sûriyê, hemê nivîsiye…komnîsyona Ewrûpayê dibêje, Enqere dijminê demokrasiyê ye û ji bo endamtiya yekitiya Ewrûpayê tu reformek pêk neanî ye.
RAPORA EWRÛPAYÊ YA DERBARÊ TIRKIYEYÊ DE
ENQERE BI DIJMINAHIYA DEMOKRASIYÊ HAT TOMETBARKIRIN
Rewşa kambax û antî-demokratîk a Tirkiyeyê, di salên dawî de dibe mijara raporên yekitiya Ewrûpayê û rêxistinên din ên navneteweyî.
Cara dawî Bruksel bi raporeke xwe ya din balê kişand ser mijarê û dewleta Tirk bi hilweşandina hemû bingehên demokrasiyê tometbar kir.
Rapora Komîsyona Ewrûpayê ya li ser Tirkiyeyê, hilweşandina saziyên heyî yên li vî welatî tespît kir û got; Enqere êdî di vê mijarê de tawsiyeyên Brukselê guhdarî nake.
Di belgeyê de zextên li dijî partiya gelan a demokratîk HDP’ê derket pêş û hat diyarkirin heta niha rêvebir jî di nav de 4 hezar endamên vê partiyê hatine girtin.
Rewşa hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş jî di raporê de cî girt û careke din îşaret bi biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewrûpayê ya derbarê Demîrtaş de hat bibîrxistin.
Mijarake din a ket rapora îsal a Komîsyona Ewrûpayê, polîtîkaya êrişkar a dewleta Tirk a li Lîbya û Sûriyeyê bû.
Dewleta Tirk bi tevdana meseleyên her du welatan hat tometbarkirin û hat diyarkirin, Tirkiye gelek çekdarên biyanî li Lîbya û Sûriyeyê bicîh kirine.