Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rapora dizî ya îstîxbarata Yekîtiya Ewrûpayê EUINTCEN: ‘Komkujiyên Enqere û Pirsûsê ji aliyê alîgirên AKP’ê ve hatin pilan kirin’

 

RAPORA DIZÎ YA ISTIXBARATA YEKITIYA EWROPAYÊ
EUINTCEN: “KOMKUJIYÊN ENQERE Û PIRSÛS’Ê JI ALIYÊ ALÎGIRÊN AKP’Ê VE HAT PLAN KIRIN

Komkujiya Enqerê ku roja 10ê cotmeha 2015an pêk hat û bû sedemê mirian 103 kesan û komkujiya Pirsûsê ku tê de 33 ciwan hatin kuştin, weke êrişeke DAIŞê hatin îlan kirin.

Lê çawa û ji aliyê kê ve hat organzie kirin û di kijan atmosferî de pêk hat heta niha ji aliyê ti meqameke fermî ya dewleta tirk ve nehatiye lêkolîn kirin.

Saziya Istixbarata Yekitiya Ewropayê EUINTCEN li ser mijarê raporeke dizî amade kir ji herdu komkujiyan jî hukumeta AKPê û derdora wê suçdar dike.

Rapor 3 roj piştî komkujiya Enqerê hatiye nivîsandin, û atmosfera siyasî ya wê demê şîrove dike.

Li gorî raporê: Komkujiya Pirsûsê û ya Enqerê berdewama hev in û herdu jî gireseya gel ya sivil dikin hedef. Bi yek armancî hatine kirin.

Rapor vekirî dibêje herçend ji vê yekê DAIŞ weke berpirsiyar wer girtin jî di pişt perdê de aligirên AKPê ev herdu komkujî organize kirine û bi destê hin kesan dane kirin.

Weke arguman de jî rapor bibîrdixe ku di dema herdu komkujiyan de, kontrola polîsan hema bêje tine bû, di arîfeya hilbijartinên 1ê mijdarê de, wan deman hukumeta tirk li hemberî kurdan li her qadî êrişeke berfireh dabû dest pêkirin. Di herdu komkujiyan de jî hedef raste rast girseya kurd bû.

Rapor dide zanîn ku di hedefa van komkujiyan de herwiha hevseroka berê ya HDPê Figen Yuksekdax jî hebû.

Hêjayê gotinê ye ku ev rapor beriya 6 salan hatiye nivîsandin, lê heta niha ji ber berjwedniyên siyasî, ti siyasetmedarek Ewropî yan jî saziyeke Navnetewî di çarçoveya daneyên vê raporê de mijar lêkolîn nekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv