Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Raperîn Munzûr: Gerîla berxwedaneke destanî dike

 

LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ BERXWEDANA DÎROKÎ YA GERÎLA
RAPERÎN MUNZÛR: GERÎLA BERXWEDANEKE DESTANÎ DIKE

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê Raperîn Munzûr ji ANF’ê re axivî.

Têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk û berxwedana dîrokî ya gerîla bersiv da pirsan.

Raperîn Munzûr destnîşan kir, ku gerîla bi berxwedaneke mezin rûmeta gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê diparêz e.

Canê xwe danîne holê û şerekî mezin li dijî tevgera dagirkirina Zap, Metîna û Avaşînê dikin.

Hemû jî lehengên mezin in.

Bêyî hesabê tiştekî bikin, bi fedekarî xwe yadî welat û azadiyê kirine van milîtanan.

Berxwedaneke ewçendî destanî li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk, serketina wê milîtaniyê ye ku Rêber Apo afirandî ye.

LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ BERXWEDANA DÎROKÎ YA GERÎLA
RAPERÎN MUNZÛR: ÊDÎ EV ŞER NE TENÊ DI NAVBERA DEWLETA TIRK Û PKK’Ê DE YE

Endama Koordînasyona PAJK’ê destnîşan kir, ku ew vê hêza xwe ji Rêber Apo digirin û bal kişand ser armanca êrişan:

Divê bi awayekî zelal ev yek bê gotin; ev êriş ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ne.

Yekane hêza li ber vê radibe û li ber xwe dide PKK ye, gerîlayên wê ne.

Gerîla bi berxwedana xwe xaka Başûr, destketiyên wê li dijî dagirkeriyê diparêze û canê xwe daniye holê.

Êdî ev ne tenê şerê di navbera dewleta Tirk û gerîlayên PKK’ê de ye.

Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze qira Kurdan bîne û ji bo vê yekê hewl dide beşên din ên Kurdistanê jî dagir bike.

LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ BERXWEDANA DÎROKÎ YA GERÎLA
RAPERÎN MUNZÛR: DERDÊ DEWLETA TIRK TENÊ PKK BÛYA, MA DÎSA JÎ ÊRIŞ MAFDAR BÛN?

Raperîn Munzûr bi van pirsan bal kişand ser tespîta “derdê dewleta Tirk ne tenê PKK ye.”

Gelo derdê dewleta Tirk tenê tinekirina PKK’ê be, dîsa jî heqê erêkirin û mafdarbûna vê yekê heye?

PKK kî ye…? Ma ne ew partî ye, ku bi milyonan Kurd li pey dimeşin?

Ma ne tevgereke gel e, ku li dijî zilm, dagirkeriyê li ber xwe dide û xwedî felsefeya azadiyê ye?

Ma ne ew tevgere ku rûmeta jinan li wan vegerandî û azadiya wan pêşxistî?

Ma ne PKK ye, ku li Şengalê rê neda DAIŞ’ê, rê neda firotina jinên Êzîdî li bazaran û Êzîdî rizgar kirin?

Ma ne hêza herî cewherî ya Kurdan e, ku ev 40 sal in Kurdistanê diparêze, li dijî koletiyê û bêrûmetiyê şer dike?

Bi dehhezaran şehîd û bi hezaran milîtanên wê, ma ne zarokên vî gelî ne?

Hema em bêjin “dewleta Tirk dixwaze PKK’ê tine bike…”

Ma ev yek tê qebûlkirin?

LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ BERXWEDANA DÎROKÎ YA GERÎLA
RAPERÎN MUNZÛR: GELÊ KURD XWEDIYÊ VÎ ŞERÎ Û HÊZA BINGEHÎN A BERXWEDANÊ YE

Endama Koordînasyona PAJK’ê Raperîn Munzûr herî dawî di serî de jin bang li tevahiya gelê Kurd kir:

Gerîla ya dikeve ser milên xwe dike.

Ji ber vê yekê pênaseyên mîna “alîkar, destek û piştgiriya ji bo gerîla” şaş e.

Jixwe divê her kes xwedî li vê erka xwe derkeve.

Berxwedana gerîla, berxwedana gel e.

Gelê me ne piştgir, xwediyê vî şerî… Ew hêza herî bingehîn a berxwedanê ye.

Kesên dibêjin “em li ber xwe nedin û bêdeng bimînin, dikarin bijîn” xwe dixapînin.

Ji ber ku heke azadî nebe, jiyan jî nîne.

Gerîla wê rê nede dagirkeran û ev berxwedan wê dawiya rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê bîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv