Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

RAJIN: Çapemeniya azad îro jî wê bibe wijdana gelê Kurd

 

123. SALVEGERA ROJNAMEVANIYA KURDÎ
RAJIN: ÇAPEMENIYA AZAD ÎRO JÎ WÊ BIBE WIJDANA GELÊ KURD

Yekîtiya Ragihandina Jinên Kurdistanê-RAJINê ji bo 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurdî daxuyaniyek da.

RAJIN’ê ev roj li Rêber Apo, tevahiya kedkarên çapemeniya azad ên li çar aliyên Kurdistanê, jinên Kurd ên berxwedêr, gelê Kurdistanê pîroz kir.

Di şexsê şehîda dawî ya çapemeniyê Delîla Çiya, Gurbetellî Ersoz, Şîlan Aras, Şervîn Bîngol, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Sarya Onur, Selçûk, Xelîl Dax û Rizgar de tevahî şehîdên çapemeniya azad bi bîr anîn.

RAJINê weşandina rojnameya Kurdistanê 22’yê Nîsana 1898’an weke sekneke wêrek a li dijî siyaseta qirkirinê nirxand.

Çapemeniya azad a Kurd jî li ser vê mîrasê xwe gihand qonaxeke nû.

Bi ked û xwebexşiya kedkarên çapemeniya azad xwe gihand roja me.

Rêber Apo bi nêrînên li ser jinan, çapemeniya azad pêş xist.

Vê yekê rê li ber jiyaneke azad a bi têkoşîna 40 salî ya tevgera azadiyê vekir.

Bê guman berxwedêrê mezin ê vê jiyanê Rêber Apo ye.

RAJINê di daxuyaniya xwe de xwe ji parastina nirxên civakî, neteweyî û pêşxistina wan berpirsiyar dît.

Em xwe weke şopînerên rojnamevana şoreşger Gurbetellî Ersoz dibînin.

Ew yekemîn rojnamevana jin a dîroka têkoşîna me ya neteweyî bû.

Di oxira azadiya netewa xwe de ne tenê bi pênûs û kameraya xwe, weke fermandar û pêşengekê di çeperên şer de destana çapemeniya azad nivîsî.

RAJINê îşaret bi wê yekê kir, ku jinên Kurd ên berxwedêr û gelê Kurd bi komployeke nû re rû bi rû ne û wiha got:

Hêzên kapîtalîst û dagirker bi tevahiya derfetên xwe şerekî giştî dikin.

Em vê komploya li dijî Rêbertî û çapemeniya azad bi xeter dibînin.

Mezinkirina pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” erkeke mezin e li ser milê çapemeniya azad.

Di dawiya daxuyaniyê de RAJINê got, heta lêgerînerên heqîqetê hebin, wê timî jiyan û civakeke azad hebin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv