Serokê Hevpeymaniya Kurdistanê ya ji bo hilbijartinên Iraqê Qubat Talebanî got: “Em ê hemû peywendiyên xwe yên dîplomanî yên li Bexda ji bo dawîlêanîna bombebarana balafirên welatên cîran û êrişin dem dem ên balafirên bêmirov ên li ser bajar û navçeyan bi kar bînin.”
Serokê Hevpeymaniya Kurdistanê ya ji bo hilbijartinên Iraqê Qubat Talebanî ku di heman demê de Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye, li Silêmaniyê tevlî mîtînga dawî ya Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistnê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bû.
Qubat Talebanî eşkere kir ku parçebûnê ziyan gihandiye Silêmaniyê û got: “Êdî em ê bi yek deng û yek dest xwe ji bo serkeftinek mezin amade bikin. Karên me yên berê em yek îspat kir ku dikarin bi riya danûstandina pirsgirêkan çareser bikin. Em ê bi yekrêziyê mafên xwe li Bexda bistînin.”
Serokê Hevpeymaniya Kurdistanê ya ji bo hilbijartinên Iraqê Qubat Talebanî bal kişand li ser bombebaranên welatên cîran û got: “Em ê hemû peywendiyên xwe yên dîplomanî yên li Bexda ji bo dawîlêanîna bombebarana balafirên welatên cîran û êrişin dem dem ên balafirên bêmirov ên li ser bajar û navçeyan bi kar bînin.”